Xerîb Hiso: PDK bi tevgerên xwe yên heyî dê cihekî ji xwe re nebîne

Xerîb Hiso got PDK xwe li rex dagirkeriya Tirk dibîne û îşaret pê kir ku eger ev rêbaz berdewam bike dibe ku ji xwe re cihekî di nava civaka Kurdistanê û partiyên kurdî de nebîne. Hiso bang li PDK’ê kir ku Rêveberiya Xweser ji xwe re bike mînak û dagirkeriyê red bike.

Xerîb Hiso: PDK bi tevgerên xwe yên heyî dê cihekî ji xwe re nebîne
9 hezîran, 2021   11:20
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk firehkirina herêmên dagirkirî li Başûrê Kurdistanê didomîne. Ji 23`yî Nîsanê ve bi armanca dagirkirin û qirkirinê êrişî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dike. Li hemberî van êrişan û hevkariya hikumeta Bexda û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PYD) nerazîbûn derketin pêş.

PDK`ê di vê hefteyê de sewqiyat ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve şandin da ku gerîla tengav bike. 

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî mijarê bersiva pirsên me da.

Çima PDK yekser tev li êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê dibe?

Niha li Başûrê Kurdistanê şerekî demdirêj rû dide. Ev şer ne nû ye. Di 23`yê Nîsanê de dewleta Tirk qada êrişên xwe fireh kir û vîna gelê Kurdistanê bi giştî dike hedef. Ev şer şerê qirkirinê yê giştî ye û armanca wê jî şikandina vîna gelê Kurdistanê ye.

Dibe ku hinek partî û heta dewleta Tirk gihaştine vê qenaetê ku tenê şerê partiyekê yan jî hêzekê dike, lê ez dixwazim bêjim dîroka dewleta Tirk ji hemûyan re diyar e. Ew şerê partiyekê nake lê belê dîroka wê bi şerên li dijî gelan dagirtî ye ku siyaseta qirkirinê dimeşîne.

Niha li Başûr rojane şer heye. Yên ku li hemberî wê disekinin û li ber xwe didin, nûnertiya gelê Kurdistanê dikin. Ji dehan salan ve şervanên azadiyê gerîla; ax, rûmet, nirx, dîrok û çandê diparêzin.

Her wiha destkeftiyên gelê Kurd diparêzin û li hemberî dijminan bendeke asê ne. Dewleta Tirk komployan çêdike û dibêje ku bi tunekirina berxwedana gerîla re dikare aloziya li Tirkiyê çareser bike. Lê tiştek wisa nîn e. Dewleta Tirk gelê Kurd wek dijmin dibîne. Bi heman nêrînê li hemû partiyan dinêre. Ew vîna gel û vîna Kurdan qebûl nake.

Bi navê serokatiya TEV-DEM`ê em bi rêya vê wesîleyê berxwedana destanî ya gerîla û YJA-Starê silav dikin.

Ne tenê me lê belê gelek partiyên Kurdistanê gelek caran bang li PDK`ê kir ku tev li van êrişan nebe. Ev bangewazî ne nû ne, her carê ku dewleta Tirk hemleyekê li dijî vîna gelê Kurd dide destpêkirin, gelek bangewazî li PDK`ê tên kirin ku di van êriş û hemleyan de nebe alî. 

Nexweşiyek di PDK`ê de heye, ew bi dewleta Tirk re hevkar e. Em nikarin helwesta PDK`ê ya redkirina bangewaziyan bi tu rêbazeke din wesif bikin.

Ev partî xwe li aliyê Tirkan dibîne xwe di nava me û civaka kurdî û hêzên siyasî de nabîne ku li hemberî dagirkeriyê disekinin. Ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkan. Her carê navê PDK`ê di lîsteya hevkarên hemleya dagirkeriya Tirk tê sinifandin.

Ne em tenê vê yekê dibêjin, gelek dezgehên çapemeniyê belgeyên ku vê rastiyê îsbat dikin, belav kirin. Heta ku çapemeniya Tirk bi awayekî eşkere dibêje ew hevalbendê wê ye.

Gelo berjewendiya PDK`ê ji şerê li Metîna, Avaşîn, Zap, Heftenîn û çiyayên Kurdistanê çi ye ku hêzên xwe bê agahiya gerîla bişîne wir? Gelo sedem çi ye? Guneha pêşmergeyên ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatine şehîdxistin, çi ye? Van balafiran Kampa Mexmûr (Wargeha Rustem Cûdî) a li Mexmûrê topbaran kir. Lê çapemeniya Tirk rastiyan berovajî dike da ku şerekî birakujî di navbera Kurdan de derxe ku gerîla bûn sedem ku pêşmerge werin kuştin.

Divê vîna gelê Kurd ên siyasî û sivîl vê rastiyê bibîne. Bi fermana kê pêşmerge çûn wê herêmê? Kê ev yek erê kir? Ew qada şer e. Neçûn wir ji bo ku rewşê aram bikin. Tu koordîne bi gerîla re tune bû. Ew bûn qurbaniyên timayên dewleta Tirk û siyaseta ku nakeve xizmeta gelê Kurd. Em sersaxiyê ji wan re dixwazin.

PDK`ê heta niha bangewaziyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) paşguh dike. Kesê ku xwe wekî parêzvanê Kurdistanê bi nav dike, veguhere qurbanî gelek şaş û xetere ye.

HPG`ê tevgerên hêzên taybet ên PDK`ê wek xencereke ku ji pişt ve lê bikeve; bi nav kirin. Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi ragihandina şer wesifand. Hûn vê yekê çawa bi nav dikin?

Dema bangewaziyên gelê Kurd tên redkirin û li ser hevkariya bi dagirkeriya Tirk re israr dikin teqez dê lome ji PDK`ê were kirin. Nexasim ku rê li pêşiya dagirkeran vekir da ku axê kontrol bikin, gundan vala bikin, berhemên wê talan bikin, xwezayê bişewtînin û çekên kîmyewî jî li dijî gerîla û YJA-Starê bi kar bînin. Bi rastî ev xencerek di pişta neteweya kurdî de ye. Civak jê diêşe, mirov tê qirkirin, vîn zaîf dibe û destkeftiyên gelê Kurd tune dike. Bi vê rêbazê û ajantiyê destekftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bi xetereyeke mezin re rû bi rû dimînin.

Nêrîna we der barê helwestên piştgiriya berxwedana gerîla yên li Bakur û Rojhilat Sûriyê têne nîşandan çi ye? Gelo ger negihaştibin armanca xwe rola TEV-DEM`ê di vî warî de çi ye?

Pêvajoya heyî ne hêsan e. Ya ku ev mijar xistiye rojevê jî berxwedana gelan e. Pêvajo pêvajoya dem dema azadiyê ye û naveroka wê gelek girîn e. Ew hêviya gelên azad e û di nava xwe de çareserkirina gelek dozên nakok hildigire.

Dewleta Tirk û hevkarên wê li dijî vê pêvajoyê kar dikin û dixwazin têk bibin. Ji ber wê divê em asta têkoşînê bilind bikin, çalakiyan li dar bixin. Ji wê zêdetir divê em vîna xwe xurttir bikin da ku li hember hemleya dewleta Tirk bisekinin.

Divê sloganên me di çarçoveyeke Kurdistanî de sînordar nemînin lê belê hemû birayên gelê Kurdistanê yên li cîhanê hembêz bikin. Divê em asta têkoşîna siyasî, dîplomatî û hiqûqî mezin bikin.

Divê em hemû derfetên xwe bi kar bînin û çalakiyan li dar bixin da ku piştgiriya berxwedana gerîla û YJA-Starê bikin. Divê em layîqî fedekariyan bibin.

Li gel parçebûna heyî li hundirê Tirkiye, dewleta Tirk êdî zaîf dibe. ew bi hilweşînê re rû bi rû maye nemaze li gel nakokiyên li ser çaranûsa wê. Ji ber wê divê em têkoşînê mezin bikin.

Hûn helwestên hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî berxwedana gerîla çawa dinirxînin. Bi nêrîna we ev helwest têrê dikin an jî divê helwestên xurttir nîşan bidin?

Ev mijare gelekî girîng e. Partiyên siyasî yên dudil hene. Dem ne dema dudiliyê ye. Dijmin bi awayekî hovane êriş dike û çeteyan bi kar tîne û desteka terorê dike.

Dewleta Tirk û hevalbendên wê yên terorîst hewl didin civaka Kurdistanê tê bibin. Bêdengî ne çareserî ye. dijmin li bendê namîne ku tu bifikirî lê belê hema yekser êriş dike. Efrîn jî mînaka vê yekê ye, komkujiya Şengalê, dagirkirina Serêkaniyê û êrişên li dijî Avaşîn, Metîna û Zapê di heman çarçoveyê de ne. Wê demê em li benda çi ne?

Civak amade ye, tê dikoşe û li ber xwe dide. Lê partiyên siyasî hinekî dereng dimînin. Ji bo wê nêrîna partiyên siyasî gelek girîng e. daxuyaniyên şermok têrê nake û nûnertiya têkoşîna partiyên siyasî yên Kurdistanî nakin.

Ji wê zêdetir divê partiyên ku tev li çalakiyan bûne, ne tenê li Kurdistanê lê belê li cîhan êbi giştî helwesteke xurtir a nîştimanî nîşan bidin. Beşek din a partiyan jî di nava dudiliyê de ye. Ez dibêjim dijmin vê dudiliyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û dê wê veguherîne êrişan û pê êrişî gelê Kurd û vîna wî bike.  

Dengên li dijî dagirkeriyê li Iraqê bilind bûn. Ya herî balkêş daxuyaniya serokatiya Iraqê ku bang li Tirkiye kir ku ji herêmê vekişe. Lê ev bangewazî di destpêka êrişê de tune bû. Gelo çi hat guhertin û gelo ev helwest têra asta têkoşîna gerîla ya li hemberî komploya dagirkirina Başûrê Kurdistanê û qirkirina Kurdan dike yan na?

Têkiliyên Tirkiyê bi Iraq, Sûriya û Îranê re yên der barê doza Kurd de ji berê ve hene. Ya ku dihêle ev têkilî berdewam bikin, komîteya ewlehiyê ya van dewletan e. Dema mijar têkildarî Kurdan be hemû bi hev re kar dikin. Ev xebat di çarçoveya vê komîteyê de heta niha berdewam e.

Di gelek mijaran de me bi bîr xist ku dema welatek bê dagirkirin, hikumet bê deng dimînin, gelo çima? Li gorî destûrê Başûrê Kurdistanê girêdayî Iraqê ye. Ruxmî ku rastî êrişan tê lê hikumeta Iraqê wan êrişan xetere nabîne. Lê rêveberiya êzidiyan a li Şengalê û parastina mafên xwe, li ser xwe xetere dibîne. Êzidî jî hemwelatiyên Iraqê ne. Lê çima hikumeta Iraqê wan ji dewleta Tirk a dagirker xetertir dibîne. Ruxmî ku gelek hiqûqnas û siyasetmedarên ereb û rêxistinên civaka sivîl hene lê ew jî bê deng in.

Di dirêjahiya gelek salan de li Bexdayê ji bo desthilatê gelek tevlihevî çêbû. Lê niha em tu helwestekê li hemberî dagirkeriyê nabînin, ev xetere ye.

Ev rewşa Iraqê li ser hemû Rojhilata Navîn derbasdar e. Em dikarin bêjin ku serokê Iraqê Berhem Salih daxuyaniyek têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker da û dibe ku ev gava wî rê li pêşiya gelekan vekin ku helwestan nîşan bidin.

Hemû dizanin ku dewleta Tirk bi dagirkirina Metîna û Zapê ranaweste û dê bigihêje heta Kerkûk û Mûsilê. Ne dûr jî bigihêje Bexdayê. Dema Kurd qir bibin dê Ereb jî werin qirkirin, ev rastî ye.

Va ye ev zîhniyeta Osmanî û Mîsaqa Millî ye ku banga qirkirina Kurdan û ji nû ve kontrolkirina herêmê dike ku berê di bin hegamonya Împeratoya Osmanî de bû. Dengê serokkomarê Iraqê Berhem Salih nêrîneke bi cesaret e û teqez dê bi awayekî erênî bandor bike.

Dê rolekê di eşkerekirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker de bilîze. Em hêvî dikin ku mîna van daxuyaniyan çi ji aliyê hikumeta Iraqê yan jî parlamentoya wê yan jî çalakvanên hiqûqî û siyasî berdewam bikin. Divê li hemberî dagirkeriyê têkoşîn were mezinkirin û hemû serî hildin. Ev girêdayî hebûna me ye.

Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sembola berxwedanê û redkirina zilmê were dîtin û em hêvî dikin ku gelê Iraqê sûdê ji tecrubeya Rêveberiya Xweser bigire da ku rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QBUA1VBM15Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>