Washington: Mayîna hêzên me li herêmê ji bo rêgirtina li pêşiya Îranê ye

Rayedarên Amerîkayê îdîa kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya Îranê, ew li Rojhilata Navîn dimînin.

Washington: Mayîna hêzên me li herêmê ji bo rêgirtina li pêşiya Îranê ye
8 hezîran, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth McKenzie, diyar kir ku armanca mayîna Amerîkayê li herêmê ew e ku rê li ber kiryarên Îranê bigire. McKenzie piştrast kir ku Îran heta niha gefan li ser ewlehiya herêmên Rojhilata Navîn çêdike.

Kenneth McKenzie, lê zêde kir ku Hûsî naxwazin aloziya Yemenê bi dawî bikin.

Wezîrê Karê Derve ya Amerîkayê Anthony Blinken roja duşemê diyar kir ku welatê wî hewl dide ku li hember kiryarên Îranê yên ku ewlehiya herêmê têk dibe, bisekine.

Anthony Blinken da zanîn ku Îran tev li gelek kiryarên qirêj li herêmê bûye.

(dm)