Malbatên şehîdan ji bo rakirina tecrîdê banga yekitiyê li gelê Kurd kir

Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê got, yên ku di komploya 15'ê Sibatê de beşdar bûne, di ferzkirina tecrîdê de jî şirîk in û bang li gelê Kurd kir ku ji bo şikandina tecrîdê bibin yek.

Malbatên şehîdan ji bo rakirina tecrîdê banga yekitiyê li gelê Kurd kir
8 hezîran, 2021   07:46
KOBANÊ

Ji dema komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ve ku 22 sal di ser re derbas bûn, rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hemberî vê tecrîdê bê deng in. Dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê hewl dide rê li pêşiya fikirê rêber Ocalan bigire da ku negihêje gelan.

Der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de malbatên şehîdan ên Kobanê axivîn.

/ar/uploads/files/2021/06/08/070826_mhmd-synw.webp

Bavê şehîd Hemze Kobanê, Mihemed Sîno got: "Em malbatên şehîdan divê heta pêkanîna azadiya xwe vî fikirî bingeh bigirin, ji ber ku fikirê rêber Abdullah Ocalan fikirekî hesas e, lewma dewleta Tirk tecrîdê li ser wî ferz bike. Azadiya gel bi azadiya rêbertî ve girêdayî, nexasim gelê Kurd ku dagirker şer wî dike û ji sedsalan ve hewl dide wî qir bike."

Mihemed Sîno wiha domand: "Em ji bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ya li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan mat nemane, ji ber ku ji beriya 22 salan ve ew beşdarî komploya li dijî rêber Ocalan bûn, lewma ew ê hevkarên vê tecrîdê ne jî, piraniya rêxistinên navneteweyî, ajandeyên dewletên ku hewl didin li ser hesabên gelê herêmê berjewendiyên xwe pêk bînin."

DIVÊ HÎN ZÊDTIR FIKIRÊ RÊBER OCALAN BINGEH BIGIRINꞌ

/ar/uploads/files/2021/06/08/070843_mdynh-abrahym.webp

Dayika şehîd Şahîn Kobanê, Medîne Îbrahîm anî ziman ku ew dayikên şehîdan îhanet û heqaretê qet qebûl nakin û got: "Em malbatên şehîdan divê hîn zêdetir xwedî li fikirê rêber Abdullah Ocalan derkevin. Ji ber ku dewleta dagirker hewl dide bi hemû rêbazan vî fikirê azad têk bibe, her wiha hewl dide şehîd û zarokên me yên gerîla ji bîrewariya me derxin, lê şehîdên me bi fikirê rêber Ocalan rêya azadiyê ji me re xêz kir."

Medîne Îbrahîm ev li gotina xwe zêde kir: "Şehîdên me canê xwe feda kir da ku em bigihêjin rêya ewlehiyê û ev rê di fikirê rêbertî û felsefeya wî de ye, piştî me pêngavên mezin avêtin divê em hîn zêdtir bi cidiyet kar bikin û li dijî dewleta dagirker yekitiya xwe ava bikin, bi yekitî û keda şehîdên xwe tecrîda li ser rêber Ocalan bişkînin, divê em li benda tu kesî nemînin, ji ber ku dewletên cîhanê bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî me ne û hewl dide me qir bikin."

/ar/uploads/files/2021/06/08/070757_rwjyn-abrahym_1.webp

Xweşika şehîd Mamed Kobanê, Rojîn Îbrahîm got, tecrîda li ser rêber Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser gelê Kurd e û wiha axivî: "Armanca dewleta dagirker ew e ku gelê Kurd têk bibe û bi hemû rêbazan hewl dide vê yekê pêk bîne, çi bi rêya tecrîda li ser rêber Ocalan dibe, çi jî bi rêya artêşa xwe ku êrişî çiyayên Kurdistanê dike dibe."

Rojîn Îbrahîm îşaret pê kir ku divê Kurd dakevin qadan û wiha got: "Divê gelê Kurd dakeve qadan, ji ber ku ev rêya baş a sekna li dijî dewleta dagirker û şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e. Dem dema azadiyê ye û êdî ji tecrîda li ser rêberê ku hewl dide gelê xwe bigihîne rêya ewlehiyê re bes e. Ji lew re ger Kurd vê yekê dixwazin divê yekitiya xwe ava bikin û fikirê rêber Ocalan bingeh bigirin û piştgiriyê bidin gerîlayên li çiyayê Kurdistanê."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hddvul2DTMk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>