​​​​​​​Rojnameyên erebî: Metirsî ji ber paşdeketina rewşa jiyanî li herêmên Şamê hene

Rojnameyên erebî yên îro behsa paşdeketina rewşa jiyanî li herêmên hikumeta Şamê û tevlîheviya li Iraqê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Metirsî ji ber paşdeketina rewşa jiyanî li herêmên Şamê hene
8 hezîran, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘LI ŞAMÊ METIRSIYÊN JIYANÎ PIŞTÎ HILBIJARTINAN'

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Li paytexta Sûriyê Şamê metirsî ji ber paşdeketina rewşa jiyanî ku di dema hemleya hilbijartinên serokatiyê de ku Beşar El-Esed têde bi ser ket baş bibû, hene."

Hilbijartin ku di 26`ê Gulana borî de hatin lidarxistin, di wê demê de kehrebe li piraniya herêmên Şamê bi awayekî ber bi çav baş bibû. Her wiha av di nava 24 saetan de digihîşt malên welatiyan.

Di wê demê de jî xebatên paqijiyê û rakirina çopê ji kolanan bi awayekî rojane û zêdetirî yek carê dihat kirin û buhayê sebze, fêkî û madyên xwarinê baş bibû.

Lê piştî rojekê ji eşkerekirina encamên hilijartinan ku di 29`ê Gulanê de hate kirin, rewşa kehrebeyê vegeriya weke demên berê. Parêzgeha Şamê bernameya qutkirina kehrebeyê li hemû herêmên paytextê ragihand û tişta ku şênî matmayî kir û zehmetiyên wa yên jiyanî zêde kir ku buhayê sebze û fêkî ji demên berê bilindtir bû.

 ‘KOMÊN ŞIÎ BI KUŞTINA SERBAZEKÎ ISTIXBARATÊN IRAQÊ HIŞYARÎ DA SEROKWEZÎRÊ WÊ'

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Kuştina serbazekî mezin ê istixbaratên Iraqê de weke hişyariyeke hişk ji serokwezîr Mustefa El-Kazimî re bû, ku di demeke nakokiyên wî bi  komên Şiî re zêde bûye.

Roja duşemê serbaz Nibras Ferman ku gerînendeya istixbaratên herêma El-Risafa ya girêdayî Bexdayê bû ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

 (bx)