Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Gotinên ‘Em bi fikar in’ pêşî li êrişan nagirin

Hevserokê Meclisa Gel a wargeha Mexmurê Hacî Kaçan diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Mexmûrê parçeyek ji konsepta îmhayê ya li dijî gelê Kurd e û got “Gotinên ‘Em bi fikar in’ nikarin pêşî li êrişên dewleta Tirk bigirin. Li hemberî êrişan gavên pratîk divên.”

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Gotinên ‘Em bi fikar in’ pêşî li êrişan nagirin
8 hezîran, 2021   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Wargeha Mexmûrê (Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî) ji roja avabûna xwe ve bi dehan caran bûye hedefa êrişên dewleta Tirk. Li kampê welatiyên ji Bakurê Kurdistanê dimînin ku ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker neçar man koç bikin. Tevî ku kamp di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, ji roja avabûna xwe ve gelek caran bû hedefa êrişên dewleta Tirk.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 2’yê Hezîranê de di bernameyeke televîzyonê de gef li kampa Mexmûrê xwarin û di 5’ê Hezîranê de piştî gefên Erdogan, balafirên keşfê yên biçek ên dewleta Tirk (SÎHA) êrişên hewayî birin ser kampê.

Hevserokê Meclisa Gel a wargeha Mexmûrê Hacî Kaçan got ew li dijî ambargoya PDK'ê ya 2 salan li ber xwe didin û têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên li ser kampa Mexmurê axivî.

Hacî Kaçan got: "Li hemberî sivîlên li Mexmûrê li pêş çavê NY û saziyên mafên mirovan êriş pêk hatin."

Kaçan diyar kir ku wek gelê wargehê ji sala 1993'yan ve bi darê zorê hatine koçberkirin û rastî êrişan tên û wiha axivî:  "Di 28 salan de wek gelê Mexmûrê me berdêlên mezin dan. Di êrişên dewleta Tirk û PDK'ê de bi sedan welatiyên me jiyana xwe ji dest da. Di êrişa 5’ê Hezîranê de tu windahiyên me çênebûn. Dezgehên çapemeniyê yên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, îdia kir ku 3 welatiyên me li vir mirine. Lê ev rapor rastiyê nîşan nadin. Em jî baş dizanin ku kê ev rapor bi çi armancê çêkirine. Ev êrişa dawîn berdewama êrişên berê ye. Ev êriş parçeyek ji konsepta tunekirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd e."

'CIHÊ LÎSTINA ZAROKAN KIRIN HEDEF'

Kaçan bal kişand ser daxuyaniya Erdogan ya di bernameyeke televîzyonê ya beriya êrişê de û got: "Beriya niha jî gelek caran li derdora Wargeha Mexmûrê êriş pêk anîn. Lê belê vê carê beşeke girîng a kampê hedef hat girtin. Gelê me yê wargehê di bin metirsiyeke mezin de ye. Qada hedef hat girtin, qada hevpar a 6 dibistanan bû. Parka Şehîd Aryen devera herî nêz a vê êrişê ye. Zarok gelek caran ji bo lîstinê diçin wir. Ji ber ku êriş derdora nîvro pêk hat, tu kes birîndar nebû. Bi vê êrişê xwestin tirsê di nava gel de çêkin. Lê tişta ku dixwestin bi dest nexistin û ji destpêkê ve gel helwesta xwe ya li pêşberî vê dagirkeriyê eşkere kir."  

'KAMP DI BIN ÇAVDÊRIYA NY Û IRAQÊ DE YE'

Kaçan bi bîr xist ku kampa Mexmûrê di bin çavdêriya NY û hikumeta Iraqê de ye û wiha pê de çû: “Li ber çavê NY û saziyên mafên mirovan, li dijî sivîlên li Mexmûrê êriş pêk hatin. Di nava 28 salan de me ji aliyê madî û manewî ve gelek windahî dan. Der barê êrişan de me gelek caran daxwaznameyên nivîskî û devkî radestî NY'yê kirin. Me rewşa xwe ji heyetan re ragihand ku serdana kampê kir. Soz dan ku kamp dê li dijî êrişan bê parastin û ambargo di demeke kurt de were rakirin. Lê saziyên girîng ên ku soz dane û NY'yê ku em girêdayî wan in, tu sozên xwe bi cih neanîn. Ji her bûyerekê NY û hikumeta Iraqê berpirsyar in.”

'GOTINÊN ‘EM BI FIKAR IN’ ÊRIŞAN ASTENG NAKIN'

Kaçan gotina nûnera daîmî ya DYA'yê ya li NY’yê Linda Thomas-Grinfield  a "Ji ber van êrişên ku bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mirovî ne, ez pir bi fikar im." got: "Gotinên ‘Em bi fikar in’ pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker nagire. Divê li dijî van êrişên dewleta Tirk gavên pratîk û şênber bên avêtin, ne ku şîrove bên kirin. Wek gelê Mexmûrê em dibêjin gavên pratîk divê bên avêtin. Eger ev gav neyên avêtin, baweriya me bi NY, saziyên mafên mirovan namîne. Heta ku ev bêdengî bidome dê êrişên dewleta Tirk a dagirker û Erdogan li dijî şêniyên Mexmûrê jî dewam bikin."

'HÊZA YEKANE YA LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK, TEVGERA AZADIYÊ YE'

Hacî Kaçan anî ser ziman ku Erdogan di êrişa dagirkeriyê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê de PDK'ê ber bi xwe ve dikişîne û PDK jî bûye parçeyekî dagirkeriyê û got: "Tevgera azadiyê ya Kurd yekane hêz e ku li dijî sûcên dewleta Tirk ên plana qirkirinê ya li dijî gelê Kurd li ber xwe dide. Gerîla bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê parastinê dike. Şervanên vî gelê li dijî dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan didin. Bi taybetî gelê Başûr û gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê divê vê berxwedana mezin a gerîla hembêz bikin. Tunekirina gerîla tunekirina tevahiya gelê Kurd û gelên herêmê ye. Armanc tunekirina pêşeroja gelê Kurd e. Ji bilî berxwedanê tu rêyeke me nîn e.”

Kaçan diyar kir ku sewqiyata leşkerî ya PDK'ê ya ji bo herêmên gerîla nîşan dide ku di êrişan de cih digire û got: "2 sal e ji aliyê PDK'ê ve li dijî gelê me yê li vir dijî, ambargo hatiye danîn. Li nuqteya kontrolê ya PDK'ê beriya bigihêjin nexweşxaneyê gelek zarok û mirovên me jiyana xwe ji dest da. Îro jî gefa DAIŞ'ê ya li ser Mexmûrê didome. Ambargo û êrişên hewayî yên li hemberî Mexmûrê jî bi hev ve girêdayî ne. Li hemberî gelê Kurd siyaseteke qirêjî heye ku hin kes dixwazin pêk bînin. Ev polîtîka îro careke din bi êrişa li hemberî Mexmûrê xwe nîşan da. Divê hemû gelê me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bike. Bi ruhê berxwedana Kobanê divê gelê me îro li dijî êrişên li dijî Mexmûr û Başûrê Kurdistanê tev bigere."

Hacî Kaçan ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Divê gelê Kurd li hemberî êrişên li ser Mexmûr, Başûr û çar parçeyên Kurdistanê tavilê berteka xwe nîşan bide. Li dijî êrişa birakujiyê ya ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze pêk bîne, divê demildest li her derê gel û dostên Kurd tev bigerin. Îro êrişkarên Mexmûrê wê êrişî çar parçeyên Kurdistanê bikin, ku me li Şengal, Hewlêr, Qamişlo bi deh hezaran şehîd dan. Em tenê dikarin bi berxwedaneke birûmet van êrişan têk bibin. Em gelê Mexmûrê li dijî van êrişan dê heta dawiyê li ber xwe bidin."  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BLIBsuR-Ag8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>