​​​​​​​Rojnameger Kalo: Di navbera Enqere, Bexda, Hewlêrê de lihevkirin hene

Rojnamegerê êzidî Tehsîn Kalo got: "Dewleta Tirk plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê dike û di navbera Bexda, Hewlêr û Enqereyê de hevkarî û lihevkirin hene."

​​​​​​​Rojnameger Kalo: Di navbera Enqere, Bexda, Hewlêrê de lihevkirin hene
8 hezîran, 2021   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Li gel van êrişên, hikumeta navendî ya Bexdayê bêdeng e û PDK'ê hêzên xwe yên taybet ber bi herêmên gerîla ve dişîne. Roj bi roj tayên lihevkirin û hevkariya hikumeta Bexda û PDK’ê eşkere dibin.

Ya ku nîşan dide ku PDK’ê di van êrişan de hevkar e, ew e ku beriya çend rojan çalakiya şêniyan a mertalên zindî ya bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê asteng kir. Li gel wê jî PDK’ê hêzên leşkerî sewqî herêmê kirin. Li ser vê yekê HPG'ê hişyarî da PDK’ê ku ji lîstokên dewleta Tirk hişyar be.

'ARMANCÊN LÊKOLÎNKIRÎ Û NIYETÊN HOVANE'

Têkildarî vê yekê, rojnamgerê êzidî Tehsîn Şêx Kalo yê ji Şengalê wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Kurdistanê, stratejîk û lêkolînkirî ne û wek peyameke gefxwarinên ji şêniyên Başûrê Kurdistanê ye re, ku bi PKK’ê re nebin hevkar."

Kalo diyar kir ku niyetên dewleta Tirk niyetên hovane û nijadperestî ne ku rêya êrişên bêserûber alozî û tirsê bi bixin nava herêmên aram û ewle yên Iraqê, ev jî xeteriyekê li ser herêmê çêdike.

Kalo wiha gotina xwe berdewam kir: "Berjewendiyên dewleta Tirk ji sînorê Şengalê heta bi Mûsil, Kerkûk û gelek nuqteyên sînorî yên stratejîk ên di navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê de ne. Ew jî bi bihaneya hebûna Tirkmen û peymanên berê ku Tirkiye parçeyek ji wê bû. Lê heke niyetên wan ên qirêj pêk werin, dê li kolanan komkujî pêk bînin."

Têkildarî planên dewleta Tirk ên di dema pêş de, Kalo wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi awayekî cidî û lêkolînkirî planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û derkirina gelê Kurd jê dike. Ev yek jî xeteriyeke mezin li ser pêşeroja Kurd û xaka wan çêdike. Encamên van planan qirêjî û hovane ne."

ERDOGAN GEFAN LI MEXMÛRÊ DIXWE...GELO EV TÊ ÇI WATEYÊ?

Beriya çend rojan, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan gefên dagirkirina Wargeha Mexmûrê ku 180 kîlometre li kûrahiya Iraqê ye û di bin çavdêriya NY’yê de ye, xwarin.

Dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina PDK’ê nêzî 40 nuqte û baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kirin, hin ji wan nuqteyan li nêzî Hewlêrê paytexta Başûrê Kurdistanê û herêma Soran in. Ji wê zêdetir jî baregeheke mezin li Beşîqa ku 80 kîlometre ji sînor ve dûr e û 40 kîlometre li bakurê rojhilatê Mûsilê ye, heye.

Hebûna van baregehan bi taybet baregeha Beşîqa, eşkere dike ku armancên dewleta Tirk heta kûrahiya xaka Iraqê û sînorê "Mîsaqa Mîllî" ye.

Li gorî Mîsaqî Mîllî, Tirkiyê armanc dike ku dest deyne ser tevahî herêma Mûsilê û li gorî stratejiya wê Mûsil, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, beşên ji xaka Sûriyê ji Helebê heta sînorê Sûriyê-Iraqê, Reqa û Hesekê di nav xwe de digire.

Girêdayî gefên Erdogan ên li dijî Mexmûrê Kalo wiha axivî: " Mexmûr jî mîna herêmên dîtir ên Iraq û Kurdistanê xwedî girîngiyeke stratejî, aborî û leşkerî ye, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û bi bihaneya hebûna PKK’ê hewl dide serweriyê li ser vê erdnîgariya girîng ferz bike."

‛LIHEVKIRIN Û HEVKARIYA DI NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ ÛTIRKIYÊ DE HENE'

Li hemberî van êrişan, hikumetên Bexda û Hewlêrê bê deng man, lê tenê hin daxuyaniyên şermezarkirinê yên şermok ji aliyê Bexdayê ve têne dayîn û her du hikumet hatin tawanbarkirin ku di van êrişan de hevkar in. Li ser vê yekê, Tehsîn Şêx Kalo wiha got: "Li gorî min, ew ne tawan in, lê lihevkirin û hevkarî ne. Ji ber ku dewleta Tirk xaka Iraqê bombebaran kir û bi sedan sivîl û leşker qetil kirin, bi taybet piştî bûyerên DAIŞ’ê, dest bi êrişên xwe yên yekser li dijî herêmên Şengal, Amêdiyê, Zaxo û hwd kirin û her du hikumet bê deng bûn."

Kalo diyar kir ku ev tevaghî nîşane, eşkere dikin ku her du hikumet li pêş dewleta Tirk lawaz in, xeterî û tirs li dijî herêmê zêde ne.

Rojnamegerê êzidî Tehsîn Şêx Kalo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk ji dewletên dijminane yên xeternak li ser Iraq û Kurdistanê ye û rojane xeteriya wê zêde dibe."

(fr)

ANHA