​​​​​​​Malbatên şehîdan: Divê Kurd li hember êrişên dagirkeran bibin yek

Malbatên şehîdên HPG`ê beşdarbûna PDK`ê ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî hêzên gerîla de red kir. Her wiha bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember êrişan bisekinin.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Divê Kurd li hember êrişên dagirkeran bibin yek
8 hezîran, 2021   04:08
HELEB – ARIF SILÊMAN

Ji 23’yê Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û armanca wê gelê Kurd tune bike.

Têkildarî mijarê malbatên şehîdên HPG`ê ji ANHA’yê re axivîn û redkirina xwe ji beşdarbûna PDK’ê êrişên dewleta dagirker li dijî hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.

Dayika şehîd Tîmav Cûdî, Mewlîde Hibo got: "Gerîla hemû zarokên me ne. Dev ji xizmên xwe berdane da ku parastina Kurdistanê bikin. Kurê min li hember dagirkeran li ber xwe da û tê koşiya heta ku gihaşt asta şehadetê. Ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bû. Divê em hemû yek dest bin û li hember êrişên dewleta Tirk ku dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike, bisekinin."

‘BÊDENGÎ KURDAN DIKUJE’

Girêdayî bêdengiya AKP`ê der barê êrişên li ser çiyayên Kurdistanê Mewlîde Hibo wiha got: "Bêdengî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikuje. Çima PDK`ê ji bo parastina Kurdistanê ji êrişên dewleta Tirk a faşîst ku bi balafirên şer çiyayên Kurdistanê bombebaran dike, xwezaya wê dişewitîne û ekolojiya wê wêran dike, nakeve tevgerê. Tişta ku li Efrînê kirin îro li Başûrê Kurdistanê jî dikin."

Mewlîde bang li partiyên kurdî kir ku divê yekitiya xwe ji bo parastina Kurd û Kurdistanê ji topbarana dewleta Tirk ava bikin û got ev şerê hebûn û tunebûnê ye.

Her wiha Cewdet Mihemed birayê şehîd Kurdiman ev tişt anî ziman: "Em qebûl nakin ku PDK`ê bi dewleta Tirk re beşdarî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe. Ev ne li gorî xizmeta gelê Kurd e. Em şerê kurdî – kurdî qebûl nakin. Erka her Kurdekî ye ku parastina xak û rûmeta xwe bike da ku bi azadî ji ser vê xakê bijî."

‘BERXWEDANEKE DÎROKÎ YE’

Têkildarî berxwedana gerîlayên HPG`ê Mihemed GOT: "Îro em dibînin ku berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê lehengên gerîla li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst tê kirin. Dewleta Tirk dixwaze gelê azadîxwaz tune bike. Em weke malbatên şehîdan dê di şerê li dijî dewleta Tirk a faşîst destekê bidin hêz û ewladên xwe."

Dayika şehîd Mezlûm, Semîra Umer jî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Avaşîn, Zap, Metîna û herêmên din şermezar kir û wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze dîroka gelê Kurd tune bike û xwezaya Başûrê Kurdistanê wêran bike."

Semîra wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk li ber çavên PDK`ê daran dibire û dişewitîne û tu helwest jê derneket. Lê belê berovajî vê yekê ew tev li êrişên li dijî gerîla dibe. Ji ber wê jî divê PDK`ê baş bifikire û bi dijimên Kurdan re nesekine."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MPla9nuhjd0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>