Jinên ciwan êrişa li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ( Mexmûr) şermezar kir û piştgirtiya xwe ji bo berxwedana gerîla re nîşan da.

Jinên ciwan êrişa li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kir
7 hezîran, 2021   18:22
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan li gundê Carûdiyê yê Dêrikê Qamişlo kom bûn û bi daxuyeniyekê êrişa dewleta Tirk a li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kir.

Endama yekitiyê, Letîfe Hacî daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Dewleta Tirk û hevkarên wê bi rêya van êrişan, hewl didin gelê Kurd qir bikin, nasnameya îmha bikin û rê li pêş gelên serhildêr û azadîxwaz û destana qehremantiyê ya ku HPG’ê li dijî faşîsta Tirk dimeşîne, bigirin.

Dewleta Tirk bi rêya hevkarên xwe hewl dide li herêmê fitne û şerê birakujiyê derxîne. Ji lew re divê em bi yek seknê li pêş îxaneta ku li dijî gelê me pêk tê, bisekinin û li ser rêça şehîdên di oxira parastina nirxên mirovahiyê tevahî de, canê xwe daye, bimeşin.

Em Yekitiya Jinên Ciwan nahêlin dewleta Tirk a dagirker herêma me dagir bike û soz didin şehîd û hêzên xwe ku heta serkeftina li dijî faşîsta Tirk li pişt we ne ."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iuNEqxDYdRI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>