ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-07-2021'AN
7 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku erka xweparastinê erkeke pîroz e ku ciwan bi rêya wê herêmên xwe diparêzin û got “Divê em piştgiriya QSD`ê bikin da ku projeya demokratîk a li herêmê biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dozgerê di Dîwana Edaleta Civakî ya Til Temirê de diyar kir ku guhertina demogafî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer e û got, civaka navneteweyî bê bêdengiya xwe hevkarê siyasetên dagirkeriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li hikumeta Hewlêr û Bexdayê kir ku helwesta xwe der barê êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk de nîşan bidin û got: "Hebûna gerîla bi hebûna gelê Kurd ve girêdayî ye".(BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Selman Barûdo got: "Tê payîn derdora 500 hezar ton genim werbigirin, ev miqdar pêwîstiya herêmê peyda dike. Lê heger têrê nekir çareserî hene.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê got, yên ku di komploya 15'ê Sibatê de beşdar bûne, di ferzkirina tecrîdê de jî şirîk in û bang li gelê Kurd kir ku ji bo şikandina tecrîdê bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên şehîdên HPG`ê beşdarbûna PDK`ê ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî hêzên gerîla de red kir. Her wiha bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember êrişan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnamegerê êzidî Tehsîn Kalo got: "Dewleta Tirk plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê dike û di navbera Bexda, Hewlêr û Enqereyê de hevkarî û lihevkirin hene." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya malbata Barzanî li ser doza Kurd bi giştî û Başûrê Kurdistanê bi taybet xetere ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Parlamenterên iraqî anî ziman ku derbaskirina sînorên herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, tê wateya binpêkirina serweriya dewleta Iraqê û got “Dewleta Tirk hewl dide xaka di bin serweriya xwe de berfireh bike. Hin lihevkirinên veşartî yên hikumeta Başûr bi Tirkiyê re hene ku Tirkiye destwerdanê bike.” (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê zarokan perwerde dike da ku ji bo Mîhrîcana "Kulîlkên Zarokatiyê" amade bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şevbuhêrekê helbestan li navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li dar dix, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA