PDK’ê hêza xwe li Berdenazê bi cih dike

Hate ragihandin ku PDK li qada Berdenazê sewqiyata leşkerî dike, dixwaze dora gerîlayan bigire û êrîş bike.

PDK’ê hêza xwe li Berdenazê bi cih dike
7 hezîran, 2021   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku hêzên PDK’ê ber bi Berdenazê ya girêdayî Hacîomranê ve sewqiyata leşkerî dike.

Hate diyarkirin ku PDK' xwe amade dike êrişî gerîlayan bike û dixwaze dora qadên gerîlayan bigire.

Li gorî agahiyan PDK’ê di nava rojê de sewqiyata leşkerî dabû destpêkirin û ber bi êvarê ve ev sewqiyat zêde bûye.