YPG: Şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve perwerde dîtiye hat bêbandorkirin

YPG'ê ragihand ku hêzên wan li Şedadê li dijî şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye perwerdekirin, operasyonek li dar xist. YPG'ê got, di operasyonê de 5 çete hatin kuştin.

YPG: Şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve perwerde dîtiye hat bêbandorkirin
YPG: Şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve perwerde dîtiye hat bêbandorkirin
YPG: Şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve perwerde dîtiye hat bêbandorkirin
YPG: Şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve perwerde dîtiye hat bêbandorkirin
YPG: Şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve perwerde dîtiye hat bêbandorkirin
YPG: Şaneyeke DAIŞ'ê ku ji aliyê MÎT'ê ve perwerde dîtiye hat bêbandorkirin
7 hezîran, 2021   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şane ji bo derxistina alozî û provokasyonan hatiye erkedarkirin û dema ku amadekariyên êrişekê dikir hate bêbandorkirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

''Di çarçoveya têkoşîna hêzên me li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê de, şaneyek ku ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatiye perwerdekirin hat tespîtkirin. Endamên vê şaneyê di 2017'an de çûne Tirkiyê û li bajarên Enqere û Rihayê di perwerdeya MÎT’a Tirk re derbas bûne. Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, ev kes derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û demeke dirêj li ser qadên Rêveberiya Xweser karên îstîxbaratê meşandine. Ev şane, bi taybet ji bo armanca derxistina alozî û provokasyonan ji aliyê MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin.

Di 5'ê Hezîranê de, li nêzî bajarê Şedadê, li ser agahiyeke îstîxbaratî li hember vê şaneyê operasyonek hat destpêkirin. Ev şane dema amadekariya êrişan dikirin ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Di encama vê operasyonê de 5 çete hatin kuştin. "

Li gorî daxuyaniyê navên çeteyên ku hatin kuştin ev in:

Rehed Mehmûd Xalid (ji Iraqê ye)

Ramî Hemdûn Xidir (ji Helebê ye)

Ehmed Mehmud Fatih (ji Iraqê ye)

Ebû Xetab (ji Iraqê ye)

Hemûd Hemîd Mihemed (ji Sûriyê ye)

ANHA