Artêşa Tirk Avaşîn, Metîna û Zap bombebaran kirin

HPG'ê ragihang ku artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopter û obusan bombebaran kirine.

Artêşa Tirk Avaşîn, Metîna û Zap bombebaran kirin
7 hezîran, 2021   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî bombebarana hewayî û bejahî ya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopterên êrişê û obusan bombebaran kirin. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

6'ê Hezîrê saet di navbera 21:00-22:30'î de li herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê bombe li Girê Zendûra, zeviyên gundê Kêste, gundê Derarê, gundê Deşîşê û Qela Qumriyê barandine.

6'ê Hezîranê saet di navbera 21:00-01:20'î de li herêma Avaşînê qadên Mamreşo û Mervanosê bi helîkopterên êrişê hatine bombekirin.

6'ê Hezîranê saet di navbera 22:00-01:30'î de qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

7'ê Hezîranê saet di 06:30'î de qada Çemço ya li herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye."