Sersaxî ji malbata şehîd Ezda Dilbirîn re hate xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata gerîlaya HPG`ê Xerîb Dalî (Ezda Dilbirîn) re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Ezda Dilbirîn re hate xwestin
7 hezîran, 2021   11:52
KOBANÊ

Şehîd Ezda Dilbirîn di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bû. Şêniyên kantona Kobanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, nûnerên saziyên civaka sivîl, leşkerî, endamên PYD`ê berê xwe da gundê Çarqelî (20 km rojavayî Kobanê) û sersaxî ji malbata şehîd Ezda re xwest.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd û bavê wê yê şehîd Salih Dalî hatine daliqandin.

/ar/uploads/files/2021/06/07/103945_shqyqh-alshhydh.webp

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê xwişka şehîd Yusra Dalî wiha axivî: "Xwişka min tev li şerê li ser çiyayên Kurdistanê bû heta ku gihaşt asta şehadetê. Em bi şehadeta wê serbilind in."

(bx)

ANHA