Li Başûrê Kurdistanê bazirganên mirovan hatin girtin

Gerînendetiya li dijî Sûcan a Bexdayê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 3 kesên ku "keçên temenbiçûk difiroşe" hatine girtin.

Li Başûrê Kurdistanê bazirganên mirovan hatin girtin
7 hezîran, 2021   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku beşa bazirganiya mirovan li aliyê Kirix 3 kesên ku bazirganiya mirovan û pereyên sexte dikir, girtine.

Gerînendeyê da zanîn ku piştî wan agahiyên der barê komê de ku bazirganiyê “keçên temenbiçûk li Başûrê Kurdistanê dike” bi dest xistin, dest bi operesyona li dijî wan kiriye.

(dm)