Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek bi îşkenceyê qetil kir

Welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto (49) di zindana çeteyên Feyleq El-Şam de, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek bi îşkenceyê qetil kir
7 hezîran, 2021   08:57
ŞEHBA

Mihemed Hisên Misto ji şêniyên gundê Beyê yê girêdayî navçeya Şêrawa yê Efrînê ye. Misto ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve hatibû revandin û çeteyan ew biribû zindana gundê Îska yê Şêrawa. Lê belê piştî 10 rojan bi berdêla hezar dolar û 5 teneke zeyt hat berdan.

Çeteyan di 15'ê Nîsanê careke din Mihemed Hisên Misto ji nû ve revand.

Di zindana gundê Îska de 3 rojan bi domdarî îşkence li Misto hat kirin. Di encamê de veguhastin nexweşxaneya bajarê Efrînê, lê di 4'ê Hezîranê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe dest da.

Malbata Mihemed milyonek lîreyên Sûriyê da çeteyan heta ku cenaze wergirt.

)dm)

ANHA