Navendên Dêrikê 2 hezar û 600 ton genim wergirt

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Dêrikê 2 hezar û 600 ton genim û li navenda Til Elo jî ceh ji cotkaran wergirtiye.

Navendên Dêrikê 2 hezar û 600 ton genim wergirt
7 hezîran, 2021   08:58
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Beriya ku mewsim dest pê bike û navendên depoyan werin vekirin, Şîrketa Pêşxista Civaka Çandiyê ya herêma Dêrikê ya Qamişloyê depo dezenfekte kirin.

Li Dêrikê û gundên Beroj, Gir Ziyaret û Til Elo her çar navend hatin amadekirin da ku genim û ceh ji cotkarên herêmê wergirin.

Piştî dezenfektekirin bi dawî bû, navenda Dêrikê ji destpêka mewsimê ve 2 hezar û 600 ton genim wergirtin û navenda Til Elo jî 560 ton wergirt ku ji bo tov hatiye veqetandin.

/kr/uploads/files/2021/06/07/090005_2021-06-05-drk-bargiha-genim-1-.webp

Navenda Til Elo ji bo wergirtina genim û ceh hatiye veqetandin û depoya Dêrikê û navendên Gir Ziyaret û Beroj jî ji bo genim hatine veqetandin.

Pêwîstiya firotina hilberînên çandiniyê bi belgeyan heye ku divê cotkar bide Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê.

Desteya Çandiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal ji bo her kîloyeke genim hezar û 150 lîreyên Sûriyê diyar kir û ji bo ceh jî 850 lîre diyar kir.

Têkildarî mekanîzmaya veguhastina hilberînan hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Şivan Delî axivî û wiha got: "Depoyên Dêrikê û şaxan navendên xwe ji bo cotkarên herêmê vekirin da ku berhemên wan wergirin. Di heman demê de kalîte û pileya genim çawa be jî nayê redkirin."

/kr/uploads/files/2021/06/07/090044_-.webp

Şivan Delî wiha gotina xwe berdewam kir: "Piraniya hilberînên ku heta niha hatine wergirtin ji pileya çaremîn e, pîvanên kirînê hatin berfirehkirin, ji ber ku asta hilberînê û kalîteya wê ne baş bû, pile çawa be jî hilberîn tê wergirtin û tu pileyên genim nayên redkirin. Dihat payîn ku hilberîn zêdetirî 30 hezar tonî be, lê miqdar pir kêm bû û ne li gorî asta ku dihat payîn bû."

Têkildarî wergirtina pereyên mewsimê, Şivan Delî ev agahî parve kir: "Li gorî dora heyî û navan dê fatore di nava çend rojên pêş de werin xerckirin."

Navend dê heta dawiya mewsimê li pêşiya cotkaran vekirî be.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sbSaHL9KcS4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>