Selah Osê dîrokeke dagirtî ya hunermendekî nîştimanî li pey xwe hişt

Selah Osê hemû sedemên ku wî ji welêt dûr bixin, red kirin. Tevî komeke hunermendan Yekitiya Hunermendan a Cizîrê ava kir û zêdetirî 40 salan di warê stran, awazsaziyê û çêkirina amûrên muzîkê de xebitî.

Selah Osê dîrokeke dagirtî ya hunermendekî nîştimanî li pey xwe hişt
7 hezîran, 2021   10:02
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Gelê Kurd hunermend Selah Osê û hunera wî sala 1983`yan nas kir, dema albumeke xwe derxist. Dengê wî mîna dengê hunermendê mezin Mihemed Şêxo bû. Di nav gel de navdar bû û jiyana xwe ji bo hunera kurdî û pêşxistina wê borand. 8 album derxistin.

Hunermend Selah Osê sala 1955`an li gundê Til Şeîr ê navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye. Ji biçûkahiya xwe ve ji hunerê hez dike. Ji galon, ço û têlekê yekemîn amûra tembûr çêdike. Mamosteyên wî pê şa dibin û ew amûra ku çêkiriye, di fêrgehê de dadiliqînin.

Hevsera hunermend Selah Osê Neîme Murad got bavê Selah Osê li mizgefeta gund mele bû, ji ber kevneşopan qebûl nekir ku kurê wî bibe hunermend, ji ber wê Selah diçû derdora gund bi awayekî veşartî li amûrê dida û stran digotin.

Li gorî Neîme Selah Osê ji biçûkahiya xwe ve û heta şoreşa Rojava di gelek rewşên dijwar ên madî û civakî re derbas bûye. Li Şamê sala 1979`an dema tev li artêşê dibe, tembûra xwe ya yekemîn ji sûka Hemîdiye dikire.

AVAKIRINA TÎMÊN MUZÎKÊ LI ŞAMÊ

Dema ku li Şamê dimîne hunermend Selah Osê du komên muzîkê ava dike; Koma Xelat û Koma Nûhat. Ji ber wê û ruxmî ku gelek xelat ji Navenda Çandê û Dara Opera ya Şamê bi dest xistine, lê gelek caran ji aliyê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ve hate girtin.

Hunermend Ridwan Keno ku dostekî hunermend Selah Osê ye, got wî sala 1986`an dema amadekariyên cejna Newrozê li navçeya Tirbespiyê dihatin kirin, hunermend Selah Osê nas kir. Keno diyar kir ku hunermend Selah Osê ji bo ku cejn û boneyên neteweyî yên kurdî bi ser bikevin gelek xebat kiriye, ji ber wê gelek caran hatiye girtin.

`JIYANA BIRÛMET Û MIRINA LI ROJAVA TERCÎH KIR`

Di dirêjahiya dîroka hunerî ya Selah Osê de gelek derfet ji derve jê re hatin pêşkêşkirin. 13 caran serdana Ewropayê kiriye û gelek şahî li wir li dar xistine. Der barê vê yekê de hevsera wî destnîşan kir ku ruxmî rewşa madî ya nebaş, lê tu carî qebûl nekir li derveyî sînorên Rojava bijî û her tim digot: “Ez mîna masiyekê me, ger ji Qamişloyê derkevim ez ê bimirim.”

Hunermend Ridwan Keno têkildarî vê mijarê got: “Selah Osê bi welatê xwe ve girêdayî bû. Pêşerojeke xweş ji bo zarokên welêt xeyal dikir bi taybet di warê muzîkê de. Ruxmî ku gelek diçûn derve lê hez dikirin ku behre û hunera xwe bixe xizmeta welatê xwe û pêşxistina muzîkê.”

Dema ku hunermend Selah Osê sala 2006'an li Şamê maye, fêrî çêkirina amûrên muzîkê bû û piştre ji bo çêkirina amûrên biziq û tembûr û restorekirina amûrên muzîkê yên din, navendeke muzîkê ya taybet li Qamişloyê vekir. Selah Osê karî bi lez di pîşeya xwe de bi pêş bikeve û amûreke muzîkê ya nû çêkir navê wê jî ‘rondik saz’ e.

Hevjîna wî, Neîme Mûrad diyar kir ku Selah ji şagirtên xwe re wiha digot: “Ez her tiştî li gorî derfetên xwe yên hindik ji we re pêşkêş dikim, ez hewl didim ji we re navekî nû, stran û muzîkan bihêlim ku tevahî gelê Kurd bêje."

YEKITIYA HUNERMENDAN A CIZÎRÊ AVA KIR

Bi destpêka şoreşa Rojava sala 2012'an, hunermend Selah Osê ji Şamê çû Qamişloyê û derfet dît da ku hunera xwe bixe xizmeta gel, her wiha bi gelek hunermendan re di sala 2017'an Yekitiya Hunermendan a Cizîrê ava kir. Selah Osê di yekitiyê de kar dikir heta ku di 7'ê Hezîranê sala 2018'an jiyana xwe ji dest da.

Selah Osê hêvî dikir ku piştî ku mirina wî baxçeyek li ser navê wî were avakirin û tê de kulîlk û dar werin çandin û digot: “Ez ji evîndarên welatê xwe hêvî dikim ku serdana baxçeyê min bikin, wê demê ruhê min dê rihet bibe". Ji ber vê yekê jî beriya demekê malbata Selah dest bi avakirina baxçeyekê li gundê Til Şeîr kir.

Hunermend Ridwan Keno hêvî kir ku navendeke çandê bi navê Selah Osê were binavkirin. Ridwan wiha got: " Rêveberiya Xweser gelek alîkarî ji hunermendên Kurd re pêşkêş kir, her wiha gelek yekitî û komeleyên taybet û navendên çandî ava kirin.”

JI GIRINGTIRÎN BERHEMÊNÊN SELAH OSÊ

Hunermend Selah Osê gelek album derxistine: Silav li Te Giyanê Min (1983), Bibe Leşkerê Kurd (1986), Kurdistan (1989), Gava Bimirim Yar ( 1990), Xeyda ji Min Xeyidiye (1996), Vegerin Welat (2001), Ey Dil Dilo (2002) û Bi Serbest. (2005).

(şx-dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D-bdRVvHmRk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>