Gelo hikumeta Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî heye?

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka Qeter û Kuwêtê, li Efrînê guhartina demografiyê dewam dike. Balkêş e ku li herêmên Efrînê ku guhartina demografiyê lê tê kirin, ala Misirê hatiye rakirin.

Gelo hikumeta Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî heye?
Gelo hikumeta Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî heye?
Gelo hikumeta Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî heye?
Gelo hikumeta Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî heye?
Gelo hikumeta Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî heye?
Gelo hikumeta Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî heye?
7 hezîran, 2021   08:20
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk guhartina demografîk li bajarê Efrînê yê dagirkirî di hemû aliyan de dewam dike. Dewleta dagirker, bi navê projeya "Nûr El-Huda" li gundên êzidiyan û gundên din mizgeftan ava dike û şêniyên wan gundan neçar dike ku bibin misilman.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, komeleya "Destên Spî" (El-Eyadî El-Beyda) ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û bi destekdayîna Kuwêt û Qeterê, li gundên Qitmê yê êzidiyan, Qestela Kîşik a girêdayî bajarê Efrînê, Etmana yê Racoyê û li gundên Qurbê û Til Hemo yên Cindirêsê mizgeftan ava dike.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, Komeleya Navneteweyî ya Geşedan û Pêşketinê û bi destekdayîna Kuwêt, Qeter û filistîniyan (Erebên Filistînê yên ku di 1948`an de hatine Sûriyê) û bi pêkanîna komeleya Destên Spî (El-Eyadî El-Beyda) projeya mêtingehan li gundê Şadêrê yê êzidiyan ku bi navê Besma tê naskirin, dewam dike. Armanc jê ew e ku malbatên çeteyan ku dewleta Tirk ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne, li gundên navborî bi cih bike.

Hêjayî gotinê ye ku gundê Şadêrê yê navçeya Şêrawa 15 km dûrî sînorê Sûriye-Tirkiyê ye.

ÇIMA ALA MISRÊ LI EFRÎNÊ DALIQANDÎ YE?

Komeleya El-Eyadî El-Beyda bi piştgirî û fînansekirina Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Îslamî ya dewleta Kuwêtê ji bo xwendina Quranê, navendan ava dikin. Ev navend li navçeyên Şera û Cindirêsê û gundê Şorbe yê navçeya Mabata û navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî di bin navê avakirina dibistanan de hatine avakirin.

Tişta balkêş, hebûna ala Misirê li herêmê ye. Ev yek dibe sedem ku gelek pirs xwe bidin der; gelo haya hikumeta Misirê ji vê yekê heye? Gelo hikumeta Misirê jî beşdarî guhartina demografiya Efrînê bûye?

Ev pirs li benda bersiva berpirsên Misirê ne.

ANHA