Li Lubnanê krîzê nan, benzîn û cudahiya çînî

Welatiyên Lubnanê di encama rewşên aborî û binkeftinên hewldanên avakirina hikumetê de di krîzên rojane de ne.  Li gel krîza nan welatî vê carê bi krîza sotemeniyê re rû bi rû mane.

Li Lubnanê krîzê nan, benzîn û cudahiya çînî
7 hezîran, 2021   07:58
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Piştî belavbûna axaftina li ser rakirina piştevaniyê û belavkirina nûçeyên girêdayî bilindkirina buhayan ji aliyê bazirgan û xwediyên stasyonan ve, Lubnanê ji dîmenên taborên erebeyan li pêş stasyonên sotemeniyê vala nabin. Bi wê re jî şêniyan berê xwe da stasyonan da ku para xwe bi dest bixin û pirsgirêka bilindbûna buhayan an jî kêmbûna midar derbas bikin. Wê yekê jî fişarek li ser stasyonan çêkir ku nikarî tevahî xwestekên tevahî welatiyan dabîn bikira. Di encamê de bi rêya firotina bi nirxê di navbera 20 heta 30 hezarî lîreyan de belavkirin kêm kir û tenê divê erebe dagirin û nekeve şûşeyan.

Ne diyar e ku krîza sotemeniyê ber bi çareseriyê ve diçe, lê belê heta ku midarên zêde ji sotemeniyê werin dabînkirin jî, ber bi krîzên mezin ve diçe. Şênî beriya bilindbûna buhaneyan lez dikin sotemeniyê wergirin, ji bilî wê jî tirs û tunebûna baweriya çareserkirinê, asta xwestekê zêde dikin.

QURBANIYÊN TABORAN

/ar/uploads/files/2021/06/07/061944_whatsapp-image-2021-06-06-at-11.17.55-am.webp

Li pêş benzînxaneyan gule têne avêtin û kêr tên bi karanîn. Li herêma Bedawî ya bakurê welatê di navbera karmendê stasyonê û welatiyekî de de pirsgirêk çêbûn, piştre demançe hat kişandin. Dûvre artêşê û îstîxbaratê cihê pevçûnê dorpêç kir, ji ber wê pirsgirêkê welat benzînê nestend.

Beriya 2 hefteyan jî ciwanê bi navê Xeys El-Misirê li pêşiya stasyona sotemeniyê ku xwediyê wê ji bajarokê Bebnîn-Ekar e hat qetilkirin. Piştî wê şer di navbera her du malbatan de derket.

Pirsgirêkên mezin û xerabkirina stasyoan çêbûn. Her wiha li herêma Siwer a başûrê Lubnanê xirabkirina herî tund li stasyoneke sotemeniyê çêbû. Bi wê re hin kesan amûra dagirtina benzînê li pêş çavên mirovan xerab kirin, gotinên nebaş ji bo xwediyê stasyonê û karkerên wê re kirin, her wiha gotinên nebaş ji dewletê re jî kirin, ji ber dewlet nehişt karkerên stasyonê benzînê dagire.

BENZÎN LI SÛKA REŞ HEYE

Li hin kolanan li pêş stasonên sotemeniyê yên girtî diyardeya firotin benzîn bi buhayên bilind belav bûye, li gel wê jî welatiyên ku pêdiviyên xwe bi benzînê hene, da ku bigihînin karên xwe yan jî vegerin malên xwe hatin şantajkirin. Firoşkaran benzin xist şûşeyên avê yên 10 litre ku ji avê re çêbûne û danîne ser keviyên rêyên giştî, hin bi du qatên fermî difiroşin.

Krîza sotemeniyê jiyana giştî ya li Lubnanê asteng kir. Axaftinên têkildarî rawestandina siyaseta piştevaniya ji bo madeyên bingehîn ji aliyê dewletê ve, ku di nav de sotemenî jî heye. Ji lew re kêmbûna benzînê yan jî rakirina piştevaniyê gefên berdewam ên li dijî ajokarên kirê û veguhastina giştî ne.

Têkildarî mijarê, Serokê Yekitiya Veguhastina Bejahî Besam Telîs ji ajansa me re axivî û fikarên xwe ji bo pêşerojê anî ziman û wiha got: "Ji ber ku ajokarê erebeya kirê azaran dikişîne ku pîşeya xwe bi awayekî yekser bi sotemeniyê ve girêdayî ye."

Telîs piştrast kir ku Yekitiyên Veguhastina Bejahî hewl didin  kirê bilind nekin, ji ber ku bandorê li tevahî welatiyan dike, bi taybet welatiyên xizan ên ku debara wan dijwar e. Li aliyekî din jî mûçeyên karmendên giştî û taybet zêde nebûn.

Telîs wiha domand: "Ez texmîn dikim ku çareya alternatîf bi rêya piştevaniya benzîn û mazotê ji ajokarên erebeyên veguhastina bejahî re ye."

Telîs hevpeyvînên yekitî bi nûnerên hikumetê re eşkere kirin û wiha got: "Ew hevpeyvîn jî ji bo kartên piştevaniyê ji ajokaran re ku alîkariya welatiyên hewcedar bikin, her wiha gelek tenekeyên benzînê ji ajokarên giştî re diyar bikin. Lê ew yek derbasî danûstandinên diyarkirina hejmar û sûdmendan bû. Tevahî gavên bi armanca reva ji bilindkirina kirêyan e, da ku di pêşerojê de nebe pirsgirêk û di demê wê de nîqaş bikin."

Li hember van diyardeyên tarî, tevî buhayên bilind, li piranî xwaringehan zexmeke mezin heye, di heman demê de li piranî dikanên cil û bergan û solan, li hotêl û avahiyan, li aliyekî din jî li avjengeh û supermarketan zexma welatiyan heye. Ev tevahî diyarde nîşaneyên ku hin welatiyên lubnanî di kêfxweşiyekê de dijîn, gelo ew di başî û kêfxweşiyê de ne, yan di tengezarî û hejariyê de ne?

Di rastiyê de, xizantî û hejarî hene û gelek şahidên vê yekê li bejahiyên rojhilat û rojavayê Beyrûtê, li Terablus, Hirmul, Ekar, Meniyê, Denîne, Seyda û gelek herêmên li çiyayên Lubnanê hene.

Lê ji bo diyardeya dewlemendiyê, li gorî raporên navneteweyî ji sedî 5 dewlemend hene anku nêzî 215 hezar ji ferdên lubnanî dikarin kelûpelan bikirin.

Her wiha nêzî 200 hezar mabat jî anku nêzî 850 hezar ferd pereyên wan ji derve ji malbat û xizmên wan de tên û di mehê de nêzî 200 heta bi 2 hezar dolar ji wan re tên, ev jî dihêle ku ev çîn kelûpelan zêde bikirin.  

Şîrketeke veguhastina pereyên elektronîk daxuyand ku pereyên ku ji derve mehane tên şandin nêzî 150 milyon dolar e, di salê de 7 milyar dolar tên şandin.

Hin lubnanî pereyên ku xwe kirine bankan ji sedî 5 ji dewlemendan in, van di dema borî de 36 milyar dolar kişandin, jê jî 12 milyar dolar veguhastin, bi wê re kapasîteya lêçûnê bilind bû.

Di encama krîza aboriyê de bi hezaran xwaringeh, hotêl û dikanên bazirganiyê hatin girtin, bi wê re normal e ku saziyên her tim vekirî ne, hejmareke mezin a kirêdaran pêşwaz bikin.

Hejmara lubnaniyên ku salane berê xwe dida derve da ku destûr û betlaneyên xwe derbas bikirana, nêzî 300 heta 500 hezar bûn, ji wan berê xwe dida Tirkiye, Misir û Qibrisê. Her wiha beşek ji wan jî di encama daketina nirxa lîreya Lubnanê li hember dolar ger û seyranên xwe li hundir derbas dikirin, wê jî başbûnek di beşa tûrîzm û holêlê de çêkir.

Bi hatina havînê re, gelek lubnaniyên ku li derve dixebitin, hatin Lubnanê da ku betlaneya havînê lê derbas bikin, ew jî ji ber gelek sedeman e; hin ji ber sedemên kevneşopî, hin jî ji ber ji ber lêçûnê, hin jî ji ber vîrusa Koronayê bûn.

Li gorî van jimareyan, nêzî milyonek lubnanî li gel wan kapasîteya kirinê heye, ew jî lubnaniyên dewlemend ên ji sedî 5 û 850 hezar lubnaniyên ku pereyên xwe ji derve digirin. Ew jî diyardeyên jiyankirina bi kêfxweşî ya ne realîst dide ku rastiya nêzî 3 milyon lubnanî di rewşên aborî yên dijwar de dijîn, betal nake. Ev yek jî nakokiya mezin a di Lubnanê de misoger dike.

JIMAR Û TEXMÎN

Hejmara lubnaniyên ku li Lubnanê dimînin, nêzî 4,3 milyon e, rêjeya xizantiyê jî ji sedî 55 ji lubnaniyan e anku nêzî 2 milyon û 365 hezar e, ji wan ji sedî 25 di bin xeta xizantiyê de ne, anku milyonek û 75 hezar e. Qûta van a rojane têra tenduristiya xwarinê nake, ji sedî 30 anku milyonek 290 hezar di jorî xeta xizantiyê de ye, qûta van jî têra dabînkirina xwarinê nake, lê azarên bicihbûn, cil û bergan, perwerde û hwd dikişînin.

Li gorî rapora navneteweyî, nêzî ji sedî 45 ji lubnaniyên niştecih, nikarin tenduristiya xwe bişopînin, lê wezareta tenduristiyê ya giştî bi vê yekê radibe. Girêdayî wê jî, li piranî herêmên Lubnanê kehrebeyê di rojê de zêdetirî 10 saetan qut e, xizmetguzariyên bingehîn, bi taybet avê nayên peydakirin, nexasim jî di havînê de. Bi wê re bîrên taybet tên kolan û ava ji stêran tê kirin, her wiha ava vexwarinê jî nayê peydakirin, anî gelek lubnanî ji paqijiya avê ne bawer in û avê dikirin.

Zêdetirî ji sedî 95 ji karkerên li Lubnanê mûçeyên xwe bi lîreya Lubnanê werdigirin ku ji sedî 767 nirxa wê li hember dolar daket. Di 2020’an de ji sed 85 mezinbûnek çêbû û di 4 mehên destpêkê yên 2021’an de rêjeya wê ji sedî 26 bû anku ji sedî 111 e.

Mûçeyên mehane yên ji sedî 70 ji karkerên Lubnanê di navbera milyonek û 500 hezar heta 3 milyon lîreya Sûriyê ye, lê rêjeya bêkariyê ji sedî 35 e anku nêzî 480 hezar e. Li gel wê jî nêzî 300 hezar welatî jî bi awayekî qutqutû di pîşeyên ne mayînde de dixebitin û ev yek jî mayîndebûnê ava nake.

Lêçûna kelûpelên xwarinê yên bingehîn ji malbateke ji 5 ferdan  pêk tê, di 2019’an de mehane 450 hezar bû û niha lêçûna mehane nêzî milyonek û 250 hezar lîreya Lubnanî ye.

(fr)

ANHA