Ciwanên şoreşger banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir

Ciwanên şoreşger ên herêma Firatê bang li gelê Kurd kir ku dakevin qadan, piştgiriya gerîlayan bikin û li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng nemînin. Ciwanan got: "Hebûna gerîla hebûna me ye."

Ciwanên şoreşger banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir
7 hezîran, 2021   08:30
KOBANÊ

Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê zêde kirine. Gerîlayên HPG û YJA Starê li hemberî van êrişan li ber xwe didin.

Der barê vê mijarê  ciwanên şoreşger ên li herêma Firatê nêrînên ji ANHA'yê re parve kirin.

Ehmed Derwîş got, dewleta Tirk gelek caran di şerê li dijî gerîla de bi bin ket, îro êrişî Başûrê Kurdistanê dike û malan dişewitîne.

Ehmed Derwîş diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê şerê li dijî gerîla ye, lê belê li tevahiya cîhanê Kurdan tune bike.

Derwîş bi van xalan dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk ji beriya sedên salan ve li şansekî digire da ku Kurdan tune bike, lê ji ber ku gerîla hene ev yek ne pêkan e. Wekî ciwanên şoreşger divê em ji tevlêbûna nava çeperên şer re amade bin, ji ber ku beriya me gerîlayan di oxira parastina xaka Rojava de canê xwe da."

ꞌPARASTINA XAKA KURDISTANÊ NE TENÊ JI GERÎLA TÊ XWESTINꞌ

Li aliyekî din jî endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Rêzan Hemê axivî û got: "Ji ciwanên şoreşger ên Kobanê silav ji çiyayên Kurdistanê re, ew çiyayên bi saya gerîlayên leheng parastina hebûna me kirin, em ji wan re dibêjin; em bi şerê hebûnê re ne ku artêşa dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tine û êdî dema yekitiyê hatiye ku berisva van êrişan were dayîn."

Rêzan Hemê wiha domand: "Wekî ciwanên şoreşger divê di vê dema hestiyar de xwe ji tevlêbûna nava refên gerîla re amade bikin, di biryardayînên ku xizmeta gelê Kurd dikin de ne dudilî ne, ji ber ku parastina Kurdistanê ne tenê ji gerîlayan tê xwestin, lê belê erka her kurdekî/ê ku li ser vê erdnîgariya ku ji aliyê artêşa dewleta dagirker a Tirk ve tê şewitandin, dijî ."

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dicle Hesen jî diyar kir ku dewleta dagirker hebûna Kurdan a li ser vê xakê înkar dike û got:"Ji qadên Kobanê bang li her ferdekî/ê dikim ku dakevin qadan û piştgiriya gerîla bikin, ji ber hebûna gerîla hebûna me ye."

Dicle bang li gelê Kurd kir ku li hember van êrişan bê deng nemînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema şikandina bendan hatiye, ji dijmin re di serî de dagirkeriya Tirk isbata hebûna Kurdan bikin."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Si6_5DA3Abw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>