​​​​​​​Li Serêkaniyê teqîn, kuştî û birîndar hene

Li rojhilatê bajarê Serêkaniyê mayînek bi erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve teqiya, kuştî û birîndar hene. 

​​​​​​​Li Serêkaniyê teqîn, kuştî û birîndar hene
6 hezîran, 2021   08:11
HESEKÊ

Çavkaniyên taybet ji herêmê ji ajansa me re ragihand ku li gundê Erîşa ya li rojhilatê bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî, mînek bi erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve teqiya.

Çavkanî diyar kir ku di encama teqîna ku berbanga vê sibehê pêk hatiye de zêdetirî 3 çete hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.