Piştî kuştina 23 leşkerên hikumetê balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê piştî êrişên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî hêzên hikumeta Şamê ku di encamê de 23 endamên wê hatin kuştin, vê sibe bi 40 êrişan çolistana Sûriyê topbaran kir.

Piştî kuştina 23 leşkerên hikumetê balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir
6 hezîran, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê careke din nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê kirin hedef. Balafiran ji vê sibehê ve zêdetirî 60 derbeyên hewayî pêk anîn.

Êriş li dijî eniyên eniya Asreya ya li rojhilatê gundewarên Hemayê, çolistana Resafe ya gundewarên Reqayê, derdora çiyayê Bişrî yê li rex sînorên îdarî yên di navbera Reqa û Dêrazorê de, eniyên li çolistana rojhilatê Humsê li nêzî Dêrazorê pêk hatin.

Rûsya ji van êrişan armanc dike tevgera çeteyên DAIŞ`ê li çolistanê rawestîne piştî ku di çend saetên dawîn de êrişî hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de bi dehan endamên wê hatin kuştin.

Ruxmî wan êrişan lê hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê nikarin bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê tune bikin ku êrişî hêzên hikumeta Şamê dikin û gelek zirar pê dikin.

Li gorî SOHR’ê di 48 saetên dawîn de di encama mayîn û kemînên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê de yên li çolistana rojhilatê Humsê heta bigihêje çolistana Hema, Dêrazorê û çolistana Reqayê 23 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

(şx)