Şêxê eşîra El-Elî: Dijmin hewl didin hevgirtina civakî li herêmê têk bibin

Şêxê eşîreya El-Elî Remedan El-Rehal destnîşan kir ku destên veşartî li pey bûyerên Minbicê hene, ew jî kesên ku ji serkeftina projeya Rêveberiya Xweser tengezar in û bang li şêniyên Minbicê kir ku hevgirtina xwe ava bikin û Erka Xweparastinê bi pêk bînin.

Şêxê eşîra El-Elî: Dijmin hewl didin hevgirtina civakî li herêmê têk bibin
6 hezîran, 2021   07:44
REQA-EHMED EL-ELÎ

Piştî ku QSD`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin, Rêveberiya Xweser di gelek qadên jiyanê de serkeftin pêk anîn. Vê yekê hişt ku bibe sedema êrişan ji aliyê gelek aliyan ve û bi rêya tevgerandina şaneyên xwe xwestin aramî û ewlehiya herêmê xira bikin û tevliheviyên mezhebî û etnîk derxin.

Wan aliyan hewl da ku xwepêşandanên li Şedadê keysbaz bikin, her wiha bûyerên dawîn li bajarê Minbicê jî keysbaz bikin, lê ji ber hevgirtina eşîran û rêveberên Minbicê planên wan bi bin ketin.

Têkildarî gefên li ser herêmê û girîngiya Erka Xweparastinê ji bo parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser, ajansa me hevdîtin bi şêxê eşîra El-Elî Remedan El-Rehal re pêk anî. El-Rehal got: "Bûyerên ku li Minbicê rû dan, encama serkeftina Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne."

El-Rehal wiha berdewam kir: "Rêbazên hedefgitinê ji aliyê dewleta Tirk ve pir in. Ji qutkirina ava Firatê, destwerdana ji xaka Sûriyê re û dagirkirina wê, her wiha siyasetên guhartina demografiyê pêk tîne, lê ew ne yekane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye lê belê rejîma Sûriyê jî çavnebariya wê ji ber aramiyê li herêmê heye. Her wiha rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst jî ku li aliyê QSD`ê ve têk çû lê şaneyên wê hê jî li herêmê çalak dibin.”

El-Rehal destnîşan kir ku dijmin hewl dide hevgirtina civakî li herêmê têk bibe ji ber ew nimûneya hevgirtina gelan e da ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bi ser bixe, dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê hewl didin tevliheviyên mezhebî û nîjadî derxin da ku ajendeyên xwe li herêmê pêk bînin.

Remedan El-Rehal diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu cudahî di navbera Kurd, Ereb, Suryan û Çeçenan de û li gorî pîvana ku ji Sûriya xwe şerê DAIŞ`ê kir da ku xaka xwe rizgar bikin tune ye, ji ber ku di dawiyê de ew gelê Sûriyê ne.

Rûspiyê eşîra El-Elî destnîşan kir ku bûyerên li Minbicê rû da girêdayî aliyên derve ne û wan aliyan hewl da şêniyan keysbaz bikin da ku ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin, lê bi saya hevgirtina gel, QSD`ê û Rêveberiya Xweser hewldanên wan têk çûn.

Remedan El-Rehal bang li şêniyên Minbicê kir ku li hemberî komployên li dijî herêmê hişyar bin û wiha pê de çû: "Divê şêniyên Minbicê baş bizanin ku hêzên li dijî Rêveberiya Xweser çi planan li dijî wan dike û nebin alavên di destê wan hêzan de da ku li dijî şêniyên xwe bisekinin û tevliheviyan di navbera me de derxin.”

Remezan El-Rehal bal kişand ser Erka Xweparastinê û ev tişt anî ziman: "Erka Xweprastinê erkeke pîroz e. Pêwîstiya vê xakê bi parasvanan heye. Ji ber kesên vê xakê diparêzin, şênî û zarokên wê ne ku bawerî û hezkirina vê xakê li gel wan heye. Ma gelo heger şêniyên wê neparêzin, dê kî wê biparêze?”

El-Rehal wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û parastina projeya xwe li herêmên xwe bikin. Ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd dan û ji bo em bi aştî bijîn divê em wefadariyê ji xwîna şehîdên xwe re bikin."

(eh(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-Fu-nqI0o98" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>