Nivîskar Henaa Dawûd pirtûka xwe ya nû da nasîn

Nivîskara Kurd Henaa Dawûd bi merasîmekê pirtûka xwe ya nû ya bi navê "Çil binkeftin û ez" da nasîn.

Nivîskar Henaa Dawûd pirtûka xwe ya nû da nasîn
Nivîskar Henaa Dawûd pirtûka xwe ya nû da nasîn
Nivîskar Henaa Dawûd pirtûka xwe ya nû da nasîn
Nivîskar Henaa Dawûd pirtûka xwe ya nû da nasîn
5 hezîran, 2021   20:59
HESEKÊ

Merasîmê danasîna pirûka nû ya nivîskar û helbestvan Henaa Dawûd bi beşdarbûna bi  dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar û mitranê Eberşiye El-Cezîrê Mar Morîs li Cafe Montaya ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/06/05/201039_1.webp

Nivîskar û helbestvan Hanaa Dawud ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku pirtûka wê ya nû balê dikişîne ser gelek mijaran, binkeftin û serkeftin û got, Ji ber mirov heta ku serkeftinê qezenc bike gelek caran bi bin dikeve, her wiha hin binketin jî dibin hîmên serkeftinan."

Henaa Dawûd diyar kir ku ev pirtûka wê ya çaremîn e û wiha domand: "Ev pirtûk çaran e ku bi awayekî fermî tê îmzekirin, ya yekemîn bi navê 'Stêrk jî rêwitiyê dikin' ku ji helbestan pêk tê, ya duyemîn jî bi nave 'ketina di soriyê de' û "Malva Umer Hemdî" û niha jî pirtûka 'Çil binketin û ez' ku ew jî ji helbetan pêk tê.''

Henaa Dawûd diyar kir ku divê wêje çeka berxwedanê be, nexasim ji bo jinan û ev li gotina xwe zêde kir: "Dema ez jin bin binketin yek e, lê dema ez jin û helbestvan bin binketin pir in."

Di dawiya merasîmê de Henaa Dawûd pirtûka xwe îmze kir û ji aliyê Mihrîcana Jinan ve Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskê tabloyeke hunerî diyarî wê kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_WErklzHhhs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>