'Talankirina xwezayê berdewama konsepta îmhayê ya dewleta Tirk e'

Aktîvîstên ekolojiyê yên ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê talankirina xwezaya Kurdisatnê wek "dewama konsepta qirkirin û îmhayê" bi nav kir.

'Talankirina xwezayê berdewama konsepta îmhayê ya dewleta Tirk e'
6 hezîran, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê, dest bi birîna daran li herêmên PDK'ê kir ku êrişên dagirkeriyê van rojên dawiyê lê didomin û daran bi rêya şîrketên li Tirkiyê difiroşin. Hate zanî ku endamê Polîtburoya PDK'ê Elî Ewnî destûra firotina daran daye.

Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de gelek caran gundewarên sivîlan kirin hedef û talankirina daristanan careke din nîşan da ku di êrişên qirkirinê de ne tenê mirov, xwezaya Kurdistanê jî dikin hedef. Çeteyên ku ji Sûriyê birine û her wiha leşker û cerdevan bi hev re qutkirina darên li herêmê bi koordîneya dewleta Tirk û bi rêya şîrketan qetlîameke mezin a xwezayê pêk tînin.

51 parlamenterên parlamentoya Iraqê li dijî firotina darên ji herêmê bi rêya şîrketan daxwaznameyek îmze kir û bang li parlamentoyê kir ku operasyonan bide sekinandin.Tê payîn ku parlamento di rojên pêş de li hev bicive û vê mijarê nîqaş bike.

Em têkildarî qetlîama xwezayê ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi Vehap Işikli, Ji Însîyatîfa Keziyên Kesk bi Zîwar Şêxo û berdevkê Partiya Kesk a Kurdistanê ya Başûr Dana Elî re axivîn.

‘KONSEPTA ŞER BI TALANA XWEZAYÊ TÊ DOMANDIN’

Aktîvîstê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwar Şexo diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên şerê qirêjî yên li ser xwezayê didomîne û got:  "3 sal e li Efrînê bi heman rengî xweza tê talankirin. Ava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kirine. Rêgeha 5 çemên ku di herêma Cizîrê re diherikin, hate guhertin. Ev hemû binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Lewma talana xwezayî ya li Başûrê Kurdistanê ne rewşeke nû ye, ev 10 sal e daristanên Kurdistanê tên şewitandin û dar tên birîn."

Şexo anî ziman ku AKP-MHP dijminê xwezayê ye û hewl dide demografiya li herêmên dagirkirî biguherîne û û wiha dewam kir: "Li her devera ku dest bi operasyonan dike, talan dike. Pirsgirêka wan a ekolojiyê nîn e. Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê nayê qebûlkirin. Ji ber ku ev kiryar berdewama konsepta şer a li dijî gelê Kurd e."

Zîwar Şêxo her wiha behsa daxuyaniyên wezîrên daristanê yên hikumetên Iraqê û Başûr jî kir û got: "Dewletek dê bi êrişa dagirkeriyê ya li hemberî welatekî din re xwezaya we talan bike û hûn ê bi tenê daxuyaniyekê bidin. Ev nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk wek dagirker nabînin. Di vî warî de daxuyaniyên heyî gelekî kêm in."

‘XWEZA LI ÇIYAYÊ CÛDÎ TALAN KIRIN’

Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli jî diyar kir ku dewleta Tirk li her derê xwezayê talan dike û ev yek li çiyayê Cûdî jî tê kirin û wiha axivî:  “Em li çiyayê Cûdî behsa 400 ton birîna daran a rojane dikin ku mehê dike bi milyonan ton. Ne tenê birîna daran e. Her sal li çiyayên Kurdistanê bi zanebûn şewata daristanan pêk tînin. Ev agir tên pêxistin, bi taybetî ku kes nikare xwe bigihîne wan. Birîna daran ne tenê bi Cûdî re sînordar e, di heman demê de li Licê jî dewam dike. Li cihê ku operasyonên leşkerî lê tên kirin, an şewata daran an jî şewata daristanan bi hevdemî dest pê dike. Ji Qulpê heta Licê ji aliyê leşkeran ve daristan tên şewitandin."

‘DEWLETA TIRK KALEKOLAN ÇÊDIKE’

Işikli wiha dewam kir: "Ev hefteyek e artêşa Tirk bi piştgiriya cerdevan û PDK'ê daran ji bo çêkirina kalekolê li herêmên ku ji Dihokê heta Behdînanê êrişên dagirkeriyê lê pêk hatine, dibire. Dewleta Tirk darên li Efrînê ji kokê ve rakirin û anîn Tirkiyê. Her wiha zeyta ku ji darên zeytûnan hatiye bidestxistin, difiroşin bazara Ewropayê. Hilberînerên zeytûnê yên li Tirkiyê nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Lê belê gelek dewletan çavê xwe ji vê yekê re girt û li hemberî talana xwezayê bê deng man."

‘XWEZAYÊ WEK PARÇEYEKÎ ŞER BI KAR TÎNIN’

Vahap Işikli got “Divê gelê me pêşketinên li Kurdistana Başûrê tenê weke şerekî nebîne û wiha pê de çû:  "Bi vî şerî re xwezaya gelê Kurd û gelên li herêmê dijîn jî hedef tê girtin. Armanca dewleta Tirk bêmirovkirina gundan e. Ev berdewama polîtîkaya şer e. TOKÎ û kalekolan li cihê ku daran dibirin, ava dikin. Li Rojava, Hesekê û bajarên din av û elektrîk qut kirin. Ava Firatê qut kirin. Dewleta Tirk xwezayê wek parçeyekî şer bi kar tîne. Xwezayê wek çekekê li dijî gelê xwe yê li herêmê bi taybetî gelê Kurd bi kar tîne.”

‘DIVÊ TEVGERA EKOLOJIYÊ POLÎTÎK BE’

Işikli got: "Tevgerên ekolojîk ên li hemû cîhanê polîtîk in. Cudahî çi be jî, li dijî kîjan welatî talana xwezayê bê kirin, divê li dijî wê rawestin. Şer li ku derê hebe, li vê herêmê koçberî, xerakirina xwezayê û talan heye."

Têkildarî bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê jî Işikli ev xal diyar kirin: "Bi salan e li ser herêmên di bin kontrola her du hikumetan de êrişên dagirkeriyê hene. Lê nikarin li ber xwe bidin. Dagirkerî guhertina jiyan û demografiya li ser erdnîgariyekê di nav xwe de dihewîne. Dagirkerî bûyereke fizîkî ye lê di xweza û demografiyê de jî guherînek heye. Bi êrişa dagirkeriyê re li Başûrê Kurdistanê gelek gund hatin valakirin û mirovên me yên li van gundên valakirî dijîn, neçar man koçî metropolan bibin."

‘DEWLETA TIRK PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’

Işikli destnîşan kir ku dewleta Tirk Peymana Cinêvê jî bi talan û komkujiyên mirovî yên ku di êrişa dagirkeriyê de pêk anîn, binpê kiriye û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi salan e li ber çavên cîhanê li Bakur û Başûrê Kurdistanê operasyonan dike. Di van êrişan de mirov tên qetilkirin, xweza tê tunekirin. Lê tu dewlet li dijî vê dernakeve. Ez ne bawer im ku hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê jî li dijî vê talanê rawestin. Ez difikirim ku li ser vê yekê li hev dikin. Me di naveroka daxuyaniyên wan de tu nîşaneyên derxistina dagirkeran ji xaka wan nedît. Wê bi daxuyaniyên hin derdoran re pêvajoyê derbas bikin."

Işikli di dawiyê de got "Bi taybetî bangeke me li gelê Kurd heye" û wiha lê zêde kir: "Li her cihê ku em lê dijîn, divê em xwedî li ax û xwezaya xwe derkevin. Bi HES û bendavan gundên me tên valakirin. Xwezaya me bi êrişên dagirkeriyê tê talankirin. Li şûna daristanên me yên hatine şewitandin, keleh tên çêkirin. Sîteyên leşkerî tên avakirin. Divê gelên Tirkiyê jî li dijî plana talana xwezayê dengê xwe bilind bikin. Li Amedê, li Behra Reş, li Başûrê Kurdistanê li ku dibe bila bibe, divê li dijî texrîbata xwezayê deng derkeve.''

‘NABE KU XAKA KURDISTANÊ WERE BINPÊKIRIN’

Berdevkê Partiya Kesk a Kurdistanê ya Beşûrê Kurdistan Dana Elî jî wiha got: "Mafê tu welatekî nîn e ku êrişî xaka Kurdistanê bike. Xaka Kurdistanê serbixwe ye. Ev ax ya me ye. Em bi tu awayî qebûl nakin ku tu kom, partiyeke cuda sînorên Kurdistanê binpê bike. Însyatîfa Tirkiyê binpêkirina destûra me ye û her wiha hiqûqa navneteweyî ye. Ya ku dewleta Tirk dike, êrişkarî ye, qirkirin e. Ev êriş di heman demê de êrişa li dijî xwezaya Kurdistanê ye."

Elî destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî tu xakeke din nîn e û dagirker bi vê hişmendî êrişî xwezaya Kurdistanê dikin û got: "Em neteweyek in. Kurdistan erdnîgariyeke mezin e. Mixabin îro bûye çar parçe. Lê di heman demê de ev hemû jî heman ax in. Parastina xaka Kurdistanê berpirsyariya hemû Kurdan e. Em nikarin tu dewlet, parçeyekî cuda qebûl bikin ku li ser Kurdistana mezin sînoran ferz bike. Em helwesta hemû dewletên ku Kurdistanê dagir dikin û bi taybet Tirkiyê bi tundî şermezar dikin."

‘DEWLETA TIRK HETA 40 KM'YAN TALANÊ DIKE’

Dana Elî diyar kir ku bi qasî 40 kîlometreyan xaka Başûr hatiye dagirkirin û got:  "Hemû darên li herêmê birîn û birin bajarên Bakurê Kurdistanê û li wir difiroşin. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin û dixwazin ev êrişa li hemberî cîwarên xwezayî yên Kurdistanê di zûtirîn demê de bi dawî bibe."

Berdevkê Partiya Keskan a Kurdistanê Dana Elî diyar kir ku êriş bi awayên cuda didomin û wiha lê zêde kir: "Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk kîjan taktîkê bike bila bike, dixwaze li Kurdistanê mayînde bibe. Li gorî pêzanînên me ew niha ji sê milan ve derbasî nava herêma Kurdistanê bûye û rê çêkirine. Çêkirina 12 kîlometreyan ji van rêyan temam bûye. Li vê herêmê di nava 40 kîlometreyî de sînor hemû xweza xera bû û dest bi birîna daran kirin. Ev berdewama wan projeyan e ku dewleta Tirk dixwaze pêk bîne.”

ANHA