Ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir

Di seat 08:30`an de yekem car ezmûnên refa 12`an ên wekhev li herêma Cizîrê dest pê kir. 3 hezar û 172 xwendekarên tevlî ezmûnan bûne.

Ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
Ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
Ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
6 hezîran, 2021   05:58
QAMIŞLO

Piştî ku pergala perwerdehiyê ya bi zimanê dayîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin û ji refa yekê û heya refa dozdehan bû bi zamanê dayîkê, ev yekem car e ku Komîteya Metiryalan a girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Cizîrê ezmûnên wekhev ji bo refa 9 refa 12`an bi zimanê dayîkê(Kurdî-Erebî) pêk tîne.

Piştî 10 salan ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkanîna ezmûnên wekhev ji bo nifşên nû gaveke pir girîng e û bi taybet ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê gaveke girîng û dîrokî ye.

/kr/uploads/files/2021/06/06/062324_2222.webp

Îro di seat 08:30`an de yekem made ya metiryalên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir. Li gorî Komîteya Ezmûnan li herêma Cizîrê 64 navend ji bo refa 9 û 12`an hatine amadekirin.

Ezmûn li gorî tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Korona (Covid19) pêk tên. Desteya Perwerde û Fêrkirinê a herêma Cizîrê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê li her navendeke ezmûnan ji bo rewşên awarte nuqteyên tenduristiyê tevî kadroyên wê erkdar kirine.

Bernameya ezmûnên refa 12`an beşa zanistî îro dest pê kir û dê heya 27`ê Hezîranê dewam bike û ji bo beşa wêjeyî jî dê heta 23`ê heman mehê dewam bikin.

Hejmara xwendekarên ku îro li herêma Cizîrê tevlî ezmûnan bûne 3 hezar û 172 xwendekar in.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/275pwMuXT0w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pJL9AMfkXAc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>