​​​​​​​Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker daketin qadan

Şêniyên Wargeha Penberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Şêniyên gotin, ew ê heta serkeftinê li berxwe bidin û gav bi şûnde neavêjin.

​​​​​​​Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker daketin qadan
5 hezîran, 2021   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Wargehê Penberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişa dewleta Tirk ya ku îro di seatên nîvro de li ser Mexmûrê pêk hat, daketin qadan.

Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, ji wir heta benda kontrolê ya leşkerên Iraqê ya Navçeya Mexmûrê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedan Mexmûrê’ qîr kirin.

Li ber benda kontrolê  piştî deqeyek rêzgirtin daxuyaniyaniyek hat dayîn. Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyanî da.

Kaçan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hevkariya  PDK’ê ya li gel dewleta Tirk. Kaçan êrişa dewleta Tirk a li Mexmûrê şermezar kir.

Kaçan got: “Di 28 salên penbertiyê de dewleta Tirk, hevkarê wan Kurdê xiyanetkar PDK û bi piştygiriya hêzên NATO’yê bi dehan car êrişî gelê me yê azadî xwaz kirine. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirk ya îmha û înkarkirinê, em neçar man ku terka axa bav û kalên xwe bikin. Ji roja destpêkê ve û heta niha wek dayik û bavên şehîdan û şopdarên Rêber Apo, ti caran gav şûnde na avêtiye û em ê ti caran gav şûnde ne avêjin. Heta em dijmin têk nebin, wê berxwedana me heta serkeftinê bidome. Tevî hemû êrîşan helwesta gelê me ya li vê derê dide nişadan wê li hember dagirkerî û êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê şandeyek li ser navê gelê wargehê bi hêzên leşkerî yên Iraqê re hevdîtinek kirin. Di hevdîtinê de şandeya Mexmûrê ji berpirsên artêşa Iraqê xwestin ku li dijî êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabin û bê helwest nemînin.

Piştî hevditinê meş bi dawî bû.