Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Til Til Koçerê bi meşan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên li Metîna û êrişa hawayî ya li kampa Mexmûrê şermezar kir.

Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê û Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
5 hezîran, 2021   19:38
DIRBÊSIYÊ

Meş ji pêş Navenda Ciwanên Şoreger a Dirêbsiyê dest pê kir û tê de diruşmên silavkirina berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê û şermezarkirina îxanetê hatin berzkirin.

Meş li sûka navçeyê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre li ser navê şêniyên Dirbêsiyê Rustem Bekir axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Em bejna xwe li hember pakrewanên ku canê xwe di oxira welat de daye, ditewînin."

Bekir anî ziman ku êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê bi destê dewleta Tirk a dagirker a ku DAIŞ û çeteyên sûrî şandine çiyayên Kurdistanê û bi alîkariya xayînên doza Kurd pêk tên  û got:"Êriş bi armanca îmhakirina hebûna Kurd doza kurdî tên kirin. Lê divê ew ji bîr nekin ku hêzên gerîla li hember tevahî planên wan in û hemû jî bi bin xistin."

Bekir da zanîn ku divê tevahî ji vir û pê ve her tiştî eşkere bikin, ji ber dewleta Tirk a dagirker çiyayên Kurdistanê ji Metîna, Zap, Avaşîn û Garê bi balafiran bombebaran dike û hêzên pêşmerger jî di eniya pêş de şerê HPG’ê dike.

Bekir di dawiyê de bang li şêniyan kir ku têkoşîn û berxwedanê xurt bikin, da ku komplo û planên dewleta Tirk ên bi armanca têkbirina berxwedana gerîla û îmhakirina hebûna Kurd têk bibin.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê daketin qadan û êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya dibistana Şewafe ya Til Koçerê dest pê kir, şêniyan bi diruşmeyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kir.

Meş  li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê û li wir Hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçerê Newaf Xedaan axivî û got: "Em ji hikumeta Tirkiyê re dibêjin ku êdî bes e ji qetilkirina sivîlan re, êdî bes e ji binpêkirina mafên gelên azadîxwaz re  û êdî bes e ji belavkirina terorê re."

Xedaan da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek gotinê dibêjin ew azadîxwaz, aştîxwaz û biratîxwaz in.

Meş bi diruşmên"Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

(eh)

ANHA