Şêniyên Hesekê şehîd Berekat û El-Weys oxir kirin

Cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Yûsif Berekat û Basil El-Weys bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hatin veşartin. Di merasîmê de nasnameya şehîdekî hate ragihandin.

Şêniyên Hesekê şehîd Berekat û El-Weys  oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîd Berekat û El-Weys  oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîd Berekat û El-Weys  oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîd Berekat û El-Weys  oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîd Berekat û El-Weys  oxir kirin
5 hezîran, 2021   18:50
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanên Erka Xweparastinê şehîd Yûsif Berekat û şehîd Basil El-Weys ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve çûn.

/ar/uploads/files/2021/06/05/180407_slma-qasm-28large29.webp

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya hêzên Erka Xweparatinê dest pê kir. Dûvre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Selma El-Qasim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:"Şehîdan ji bo serxistina projeya neteweya demokratîk tê koşiyan û ji bo parastina welat û azadiya gelan berdêlên giranbuha dan."

Piştre ji fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Ebd El-Sayîr  axivî û wiha got:"Dagirkeriya Tirk hewl dide bi tevahiya rêbazan vîna me têk bibe û projeya me ya demokratîk jî hilweşîne, lê bi saya berdêlên ku şehîdan dane bi bin dikeve."

El-Sayîr di dawiya de soza şopandina rêya şehîdan û têkoşînê heta rizgarkirina herêmê da.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Raşid Hemze eşkere kir, ku dema li ser erka xwe ya leşkerî bû gihaşt asta şehadetê.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Hevrêyên şehîdan cenazeyên şehîd Yûsif Berekat û Basil El-Weys di nava sloganan de spartin axê.

(eh)

ANHA