Şêx û rûspiyên eşîrên Tirkmen, Ereb û Kurd: Ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb, Kurd û Tirkmen piştgiriya xwe ji şêniyên Minbicê re ragihand û bang kir: "Ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin."

Şêx û rûspiyên eşîrên Tirkmen, Ereb û Kurd: Ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin
5 hezîran, 2021   15:14
ŞEHBA

Bi dehan rûspî û şêxên eşîrên Ereb, Kurd û Tirkmen ên herêma Efrînê li Navenda Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya li navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û têkildarî bûyerên dawî yên li Minbicê daxuyanî da. Endamê rûspiyên eşîran Muad Reslan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi salvegera destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê ji qirêjiya terora DAIŞ’ê re, her wiha ji dêvla lidarxistina pîrozbahiyên bi boneya salvegera pîroz a di dilên hemûyan de, ligel aramî û ewlehiya ku Minbic tê de dijî de, di çend rojên borî de hin xwepêşandanên gel ên ji bo hin xwestekan li dar ketin, di roja destpêkê de xwepêşandan bi azad û demokrat li dar ketin. Lê hin destên veşartî bi lez destwerdan kir da ku van xwepêşandanan ji bo ajandeyên xwe bi kar bînin, fitneyê di nava civakê de derxin û ewlehî, aştî û aramiyê xirab bikin."

Rûsiyan di daxuyaniyê de bang kir: "Em bang li şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê bi taybet û rûspiyên herêma Cizîra Sûriyê bi giştî dikin ku li dijî fitneyê yên di navbera etknîkên gelê Sûriyê de bisekinin, ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê û komên terorîst ên bi desteka Îxwan El-Mislimîn hewl didin Sûriyê wêran kir."

Rûspiyan piştgiriya xwe ji bo şêniyên Minbicê ragihandin û got: "Em rûspî û şêxên Efrîn û Şehbayê yên li gundewarên bakurê Helebê bi şênî û birayên xwe yên li Minbic û gundewarên wê re ne ku li hember hewldanên fitne û cudahiyê bisekinin. Em bi şêniyên xwe yên Minbicê bawer in ku ji van fitneyan baldar in û çiqas kesên tevliheviyê bikin, dikarin li hemberê bisekinin. Ji ber Minbicê gelek ciwanên xwe di têkbirina rêxistina herî terorîst li cîhanê de dan. Şêniyên me yên Minbicê zana ne û xwedî berpirsiyar in û dê ji vê astengiyê bi xurtî derkevin û dê li hember her kesên hewl bidin ewlehî û aştiya li Minbic û gundewarên wê bisekinin. Bi hev re em civaka demokrat a hevgirtî, zana û xurt ava bikin."

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zHysnzsMmqg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>