MSD'ê bi şêx û rûspiyên Til Hemîsê re civiya

MSD'ê bi mijara nirxandina geşdanên dawî, bi şêx û rûspiyên Til Hemîsê re civiya. Di civînê de banga hişyariya ji şerê taybet hate kirin.

MSD'ê bi şêx û rûspiyên Til Hemîsê re civiya
5 hezîran, 2021   15:32
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi şêx û rûspiyên Ereb ên navçeya Til Hemîsê re civiya. Civîn li eywana rûspiyê eşîra Şerbîn Ebd El-Mehel a li bajarokê Ebû Cirin li dar ket û geşdanên siyasî yên li herêmê û mijara şerê taybet hatin nirxandin.

/ar/uploads/files/2021/06/05/123029_msd-yhthr-wjhaa-alashaer-mn-alhrb-alkhash-alty-tmars-dhd-almntqh-28229.webp

Di civînê de endamê Nivîsgeha MSD`ê ya navçeya Til Hemîsê Mihemed El-Kemaş der barê şerê taybet de axivî û got, şerê taybet ji aliyê ajandeyên derve ve yên wekî dagirkeriya Tirk û ji aliyê hundirîn ve jî ku hikumeta Şamê ye pêk tê.

El-Kemaş ev li gotina xwe zêde kir:"Girîng ku rûspî armancên şerê taybet nas bikin ku ew jî derbekirina ewlehî û aramiya vê herêmê ye. Hûn rûspî divê li dijî komên ku armanca wan derxistina fitneyên li herêmê ye wekî ku li Minbicê jî qewimî, piştevanên Rêveberiya Xweser bin."

/ar/uploads/files/2021/06/05/123056_mhmd-alkmash.webp

El-Kemaş anî ziman ku armanca hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk ew e ku şerê navxweyî di navbera  Kurd, Ereb û Suryanyan de derxînin û ku projeya neteweya demokratîk têk bibin.

Di dawiya civînê de rûspiyan piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser re nîşan da û xîtabî rûspiyên eşîrên ereban ên li Minbicê kir ku ji hewldanên têkbirina aramiya herêmê hişyar bin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/61wKsMMhSM8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>