Meşa li dijî dagirkeriyê li Silêmaniyê dest pê kir

Li bajarê Silêmaniyê meşa  li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvan ve hatiye organîzekirin, dest pê kir.

Meşa li dijî dagirkeriyê li Silêmaniyê dest pê kir
5 hezîran, 2021   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê partî û rêxistinên wekî, Hîzbî Şuî (Komunîst), Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Yekitiya Komunîstan, Tevgera Azadî, Gruba Heng, Rêxistina Sewz a Kurdistanê, Rêxistina Suriştî ya Kurdistan, Asoyê Nû, Sekoy Dijî Dagirkerî, Desteya Destpêşxerî Bo Konferansî Niştimanî û kesayet, rojnamevan û çalakvan dijî dagirkeriya dewleta Tirk, di bin sîwaneya Navenda Navenda Karê Niştimanî de hatim cem hev.

Navenda Navenda Karê Niştimanî li dijî dagirkeriyê meşek girseyî organize kir. Meş di van kêliyan de li Şeqamî Salim (Saholeke) dest pê kir.

Di meşa ku Hevserokê Tevgera Azadî Mehemed Ebdullah, rêveber û endamên partî û rêxistinan, çalakvan û rojnamevan jî tevlî bûne de, dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana gerîla”, “Bo derewa, bo derewe spas Turkiya bo derewa”, “Bimre xiyanet” tên berzkirin.

Meşa ku dê li Parka Azadî bidawî bibe, didome. Piştî meşê wê daxuyaniyek were dayîn.