Peymaneke nû ya Iraq-Amerîkayê ji bo belavkirina hêzên Koalîsyonê li derveyî Iraqê

Li gorî Wezareta Parastinê ya Iraqê, Bexdayê bi Washingtonê re girêdayî plana ji nû ve belavkirina hêzên Koalîsyona Navneteweyî li derveyî welêt li hev kiriye, bi vê yekê hejmara hêzên Amerîkayê yên li Iraqê bi rêjeya ji sedî 60 kêm dibe.

Peymaneke nû ya Iraq-Amerîkayê ji bo belavkirina hêzên Koalîsyonê li derveyî Iraqê
5 hezîran, 2021   12:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ev yek piştî civîna yekemîn a Komîteya Leşkerî ya Iraq-Amerîkayê ya têkildarî pêkanîna encamên diyaloga stratejîk li Bexdayê hat ragihandin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê de hate gotin: “Lihevkirina bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ku li ser ji nû ve belavkirina hêzên Koalîsyona Navneteweyî li derveyî Iraqê hatiye lihevkirin, dê di Tîrmeh û Tebaxa bê de pêk were.”

Lê wezaretê detayên dîtir der barê vê planê de eşkere nekirin. 

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Amerîkayê jî careke din piştrast kir ku rêzê ji serdestiya Iraqê re digire û diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya DYA`ê li Iraqê ne da ku şêwir û desteka pêwîst a ji bo tunekirina DAIŞ`ê pêşkêş bike.”

 (şx)