HPG`ê têkildarî êrişa hêzên PDK`ê li ser kampa gerîla daxuyanî da

HPG'ê ragihand bi armanca hişyarkirina hêzên PDK'ê ku ketine qada hêzên gerîla yên li Metîna gule bi hewayê ve hatine avêtin, wesayita zirxî ku guh nedayî hişyariyê û dom kirî çawa derb xwariye ji aliyê wan ve nehatiye tespîtkirin.

HPG`ê têkildarî êrişa hêzên PDK`ê li ser kampa gerîla daxuyanî da
5 hezîran, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Piştî ku hêzên PDK'ê ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin. Ji wesayîtên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin. Tespît nebûye bê ka mayineke berê hatiye danîn teqiyaye an jî êrîşeke hewayî çêbûye."