Li Humsê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana El-Sexnê ya rojhilatê Humsê, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê bi komeke endamên hêzên hikumeta Şamê de de teqiya û 3 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Humsê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
5 hezîran, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro li herêma geliyê Ebyed ê çolistana El-Sexnê ya rojhilatê Humsê, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê teqiya. Di encamê de 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêma Fîda Ibn Miwênêî ya çolistana El-Meyadîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê kiribû. Di encamê de 5 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 çeteyên DAIŞ'ê jî birîndar bûn.

(dx)