Li gundên Şêrawayê çi diqewime?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujî û sûcên li dijî şêniyên Efrînê yên li gundewarên navçeya Şerawa, didomîne.

Li gundên Şêrawayê çi diqewime?
5 hezîran, 2021   10:09
FÎRAS ÎBRAHÎM – ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de asta êrişên li ser gundewarên navçeya Şerawa û kantona Şehbayê zêde kir.

Ji beriya 3 rojan ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên navçeya Şerawa topbaran dike. Her wiha komên çete di 3`ê Hezîranê ve hewl dan derbasî gundê Soxanekê yê navçeya Şerawayê bibin.

Di heman rojê de, artêşa Tirk a dagirker gundên Soxanekê, Aqîbê, Bênê, Ziyaretê bi sedan top û moşekan topbaran kir. Di encama wê de darên di navbera gundê Soxanekê û Aqîbê şewitîn, rûberên fireh ji zeviyên genim û ceh li gundê Bênê hatin şewitandin, her wiha zerarên madî gihaşt malên sivîlan û zêdetirî 50 pezî di topbaranê de hatin kuştin.

Di 3`ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker 6 gundewarên dorpêçkirî yên navçeya Şerawa (Meyasê, Ziranahîta, Birc Qas, Kolîtê, Gundê Mezin û Başimrê) bi dehan top û moşekan kir hedef.

Artêşa Tirk a dagirker gundên navborî di 4`ê Hezîranê de kir hedef. Di saetên derengiya şevê de ji heman rojê gundê Kolîtê bi dehan topan kir hedef. Di encama wê de keça bi navê Zeyneb Hisên Îbrahîm (14) şehîd bû û birayê wê Bekrî Îbrahîm û bavê wê Hisên Îbrahîm bi giranî birîndar bû.

Tê zanîn ku ev ne cara yekemîne ku artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şerawa ya dorpêçkirî dike hedef û di encama wê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Her wih artêşa Tirk a dagirker par komkujî li dijî malbatekê bi temamî ji gundê Aqîbê pêk anî û di dawiya meha Kanûna 2019`an de kokujiyek li dijî 10 welatiyan pêk anî, di nav de 8 zarok ku tememê wan 15 sal derbas nekiribûn pêk anî.

Şêniyên navçeya Şerawa sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî wan şermezar kir û pişterast kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan bi awayekî yekser dike hedef, nexasim zarok.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl ji koçberên Efrînê ye wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên li navçeya Şerawa rojane dike hedef nexasim zarok."

Mihemed Xelîl destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker di saetên derengiya şevê de gundên ku sivîl di wan de dijîn dike hedef da ku careke din wan koçber bike.

Di dawiyê de Mihemed Xelîl îşaret bi berdewamiya berxwedana li navçeya Şerawayê li hember hemû zehmetiyan, kir.

Welatiya bi navê Elmaza Ehmed jî wiha axivî: "Bêdengiya hêzên Rûsya tê wateya ku Rûsya hevalbenda dewleta Tirk di pêkanîna sûcên li dijî şêniyên navçeya Şerawayê ye."

Elmaza Ehmed pişterast kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane sivîlên gundewarên navçeya Şerawa dike hedef.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/if_io1ehey0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>