​​​​​​​Li çiyayê Cûdî rojane 400 ton daran dibirin

Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê yê Çiyayê Cûdî di bin kontrola sercerdevan Hazim Babat de her roj 400 ton dar têne birîn û dibin baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Bestayê.

​​​​​​​Li çiyayê Cûdî rojane 400 ton daran dibirin
5 hezîran, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li çiyayê Cûdî bi kontrola sercerdevan Hazim Babat dar têne birîn. Her roj 400 ton dar têne birîn, dibin qada ku Tabûra Leşkerî ya Besayê lê ye.

Li gorî agahiyan darên ku li Cûdî têne birîn, ji hêla sercerdevan Hazim Babat û birayê wî Kazim Babat ve têne standin.

Her wiha tê diyarkirin li Cûdî bi giştî 30 traktor, bi qasî 70 kes dixebitin. Ev 30 traktor rojê 4 seferan dikin û her carê 3,5 ton daran dibin.

Diyar bû li Cûdî her roj 400 ton dar têne birîn û daran dibin Tabûra Leşkerî ya Bestayê.

https://1649452211.rsc.cdn77.org/vod/2021-06-04-cudi-kesilen-agaclar-motorlarla-tasiniyor-1.mp4