Lubnan di pêvajoyeke siyasî ya herî dijwar de ye

Rewşa siyasî li Lubnanê ji ber nîqaşên di navbera alîgirên serokkomar Mîşel Ewn û serokê hikumeta erkdarkirî Seed El-Herîrî de di asta xwe ya hilweşiyayî de didome. Her du alî hev bi binpêkirinên erkên destûrî tawanbar dikin. Gelo çarenûsa hikumeta Lubnanê çi ye?

Lubnan di pêvajoyeke siyasî ya herî dijwar de ye
5 hezîran, 2021   08:43
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Ev hefte bi hefteya herî giran hate wesifandin ji ber ku dê çarenûsa insiyatîfa avakirina hikumeteke ku ji 24 wezîran pêk tê ku serokê parlamentoyê Nebîh Berî wê bi rêve dibe, were diyarkirin. Tîma Ewn jî bi israr e ku nehêle El-Herîrî vê hikumetê zelal bike.

Ji ber nîqaşên di navbera şepêlên "Wetanî El-Hur" û "Musteqbel" de ya têkildarî dosyaya avakirina hikumetê, El-Musteqbel ya bi serkêşiya El-Herîrî asta rexneyên xwe tund kir û serdema Ewn bi serdema herî xirab di dîroka Lubnanê de bi nav kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Qesra Komarê bi van gotinan bersiva vê yekê da: "Berdewama reva El-Herîrî ji berpirsyariyên avakirina hikumetê binpêkirina destûr û wesîqeya rêkeftina nîştimanî ye."

SENARYOYÊN LI PÊŞ ÇI NE?

Tê gotin ku çend roj an jî çend saetên giran li pêşiya Lubnanê hene, an aloziya siyasî bi dawî bibe an jî wê kûrtir bibe û di encamê de ber bi hilweşînê ve biçe. Gelo vebijêrkên niha pêşniyarkirî çi ne û senaryoyên ku di encama vê yekê de derkevin, çi ne?

Li ser vê mijarê nivîskarê lubnanî û wezîrê berê Nacî El-Bustanî ji ANHA'yê re axivî. El-Bustanî di axaftina xwe de wiha got :

“Yekem: Serkeftina xebatên avakirina hikumetê ye ku serokê parlamentoyê Nebîh Berî roleke sereke tê de dilîze. Wê demê dê têkiliyên şepêlên Wetenî El-Hur û El-Musteqbel ber bi aramiyeke siyasî ya neçar ve biçe.

Bi vê yekê dê di nava çend mehan de li Lubnanê aramî pêk were, bi hêviya ku alîkar û deynin derve werin dabînkirin, di encamê de dê bihêle ku hilweşîna giştî heta demekê were taloqkirin, bi hêzîkbûna  dema hilbijartinên cur bi cur re anku dê lihevkirineke li ser birêxistinbûna wê bi awayekî demokratîk û aram pêk were. Dibe ku lihevkirineke li ser nasnameya serokê komarê yê bê çêbe, an jî dê asta nakokiyan ji nû ve bilind bibin û nakokî careke din gur bibe, lê vê carê dê girêdayî pêşbaziya hilbijartinan bê be, nemaze ku ev senaryoya dawî ya herî zêde tercîhkirî ye.

Duyem; binkeftina xebatên avakirina hikumetê û neçarbûna El-Herîrî ku ji ber zextê ji erkê dûr bikeve, lê ev vebijêrkek e ku hin aliyên siyasî bi hêvî ne ku careke din bi awayekî berfireh dest deynin ser desthilata rêveber, wekî çawa bi hikumeta demkî ya niha re çêbû ku navaroka encamên wê bi temamî guhert. Sedem jî ew e ku şepêla Teyar El-Musteqbel dê kesayeteke sunnî ku li ser wê hatî ferzkirin, veneşêre û ne jî dê kesekî pêşniyar bike, lê wê zêdetir ber bi gurbûnê ve biçe.

Heke dijberên El-Musteqbel di peydakirina kesayeteke hevseng ji bo serokatiya hikumetê de bi ser bikeve jî, lê dê bi opozîsyoneke dijwar re ku ji ya Hesen Diyab û hikumeta wî bi hêztir be, rû bi rû bimîne, nexasim ku vebijêrkên şepêla El-Musteqbel di nav xwe de îstîfabûna ji parlamentoyê digire ku bi vê yekê hewl dide maseyê bi her kesî tevlihev bike.

Sêyem, binkeftina xebatên avakirina hikumetê û domandina redkirina serokê hikumetê yê erkdarkirî qebûl neke ku dûr bikeve ku "Serokên hikumeta berê" li ser vê vebijêrkê israr dikin.

Heger ev yekê pêk were dê nakokiyên siyasî di qada hundirîn de bighêje lûtkeyê, dibe ku hewldanên in ên avakirina hikumetê derkevin pêş.

Di bin giraniya destpêkirina hilweşînek berfireh de di astên cûrbecûr de, dibe sedema gengaziya geşedanên navxweyî yên mezin ku dibe ku kartan ji nû ve biguheze, mîna îstifaya parlamenterên şepêla El-Wetenî El-Hur û encamên ku di demên pêş de bi xwe re bîne, jê mîna îstifaya bloka ‘Partiya Hêzên Lubnanê’ di hewlekê de da ku rêziknameyê ji parlamentoya niha vekişîne ku tê de parlamenterên ji partiya ‘Ketaîb Lubnan’ û hejmarek  ji nûnerên serbixwe ku piraniya wan mesîhî ne, îstifa bikin.

Wê demê dê zehmet be ku hilbijartinên şaxê pêk werin da ku valahiyê dagire, li gel biryara xiristiyan ku li hemberî vê vebijêrkê bisekinin û ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê zextê bikin ku ji nû ve desthilata siyasî saz bikin.

Çarem; Binkeftina xebatên avakirina hikumetê û dûrketina serokê hikumetê yê erkedarkirî, lê ne bi bin zextê de, lê belê li gorî lihevkirinên di navbera gelek hêzên têkildar li ser avakirina hikumeteke demkî ku birêxistinkirina hilbijartinên giştî yên parlamentoyê bi rê ve bibin ku nehêle bikeve valahiyeke giştî.

Ev hikumeta “yekalî” bi kêmanî ji aliyê desthilata rêveber ve tê birêveberin da ku sazûmaniya wê li ser serê hemûyan hilneweşe, lê lihevkirina li ser vê hikumetê ne tiştekî hêsan e, heke niyet safî bikin dê ji îro ve lihevkirin li ser hikumetê çêbin da ku atmosfereke aram ji bo birêxistinkirina hilbijaritnên bê çêbe.

KENGÎ EL-HERÎRÎ LÊBORÎN XWEST?

Li gel ku tîma serokkomarê ajandeyên avêtina gelek gavan û tecîdarkirina wê bi destpêkirina diyalogê dinirxîne, Şepêla Pêşerojê bi lez ragihand ku ew tev lê nabe. Şerê siyasî û dadgehî vekirî ye, tawanên fesadê û nakokiya li ser erkan.

Di nava van şert û mercan de El-Herîrî bi Bloka Pêşerojê re civiya. Gelek cidî bû ku tawîzan nade. Gelek caran diyar kir ku ew amade ye lêborînê bixwaze lê ew ê dema vê yekê diyar bike. Hinekan jî gotin nepêkane El-Herîrî lêborînê bixwaze ruxmî ku wek berpirsê astengkirinê hatiya binavkirin. Ji ber ku itibara siyasî ji vê detayê dûrtir e. Ne gengaze ji Mişêl Ewn re tawîzan bide. Wê dem bila rewşa heta dawiya serdema wî wisa bimîne.

Heta ku El-Herîrî bifikire ku lêborînê bixwaze, dê neçar bimîne gaveke din bavêje. Hemwextî hemleyeke çapemeniyên ku destnîşan dike ku wî li ser daxwaza Fransa û civaka navneteweyî lêborîn xwestiye, naxwaze biryar bigire. Hinek dibêjin helwesta fransî bi helwestên erebî, vatîkan, ewropî û amerîkî ve girêdayî ye. 

`SEFERBERÎ JI BO RÊGIRTINA LI PÊŞIYA ISTÎFAYAN`

Li gorî parlamenteran, li hemberî asêbûnê ku heta niha tu çareseriyek nehatiye dîtin, îro mijara girîng ew e ku rê li pêşiya istîfayên komî yên parlamentoyê bê girtin. Gelek parlamenterên berê yên ku ji ber teqîna bendera Beyrûtê istîfa kiribûn diyar kirin ku ew gelek poşman in ji ber ku negihiştin armanca ku dixwestin pêk bînin. Lê hilbijartinên pêşwext li dar neketin. Parlamenterên din jî li ser wê şopê neçû.

Li gorî van agahiyên navborî, heman parlamenter destnîşan dikin ku tu pêşketin çê nebûye. Ji ber ku tîmeke têkildarî sazkirinê ji bo ku raya giştî ya ku ji ber helwestên xwe ji destpêka gera dan û standinên di navbera Bebda û Bêt El-Wesat de bi dest xistiye, diparêze. Yanî tiştên niha rû didin tenê ragihandina niyetan e. Li gorî deneyên dawîn ên Şepela Pêşerojê û Şepela Nîştimanî ya Azad tu tiştek erênî tune ye ku rîhanê li ser bikin madem di vê qonaxê de tu biryareke diyar ji bo sazkirina hikumetê tune ye. Ruxmî ku her du şepel piştrast dikin ku ji berjewendiya serokkomarê û serokê erkdar e ku beriya sazûmenî li serê welatiyan hilweşe, hikumetekê ava bikin.

Wek encam, ji ber aloziyên siyasî û aborî ku mîna wê berê rû nedaye û li gel lihevkirinên mezin ku li herêmê bi giştî pêk tên, Lubnan di dijwartirîn serdeman re derbas dibe. Di vê rewşê de diviyabû qada hundirîn a Lubnanê aram be da ku li ser asta Rojhilata Navîn bi giştî bi guherînê re tev bigire. Gelo roj û demjimêrên bê dê nûçeyên şad bi xwe re bînin an jî senaryoyên bedbiniyê dê serwer bin?”

ANHA