'Armanc ji bûyerên li bajarê Minbicê jihevxistina tevna niştimanî ye'

Şêniyên Reqayê got: "Armanca ji tevliheviya ku li Minbicê hate derxistin, derbekirina projeya neteweya demokratîk û hevgirtina nîştimanî ya li herêmên Rêveberiya Xweser e."

'Armanc ji bûyerên li bajarê Minbicê jihevxistina tevna niştimanî ye'
5 hezîran, 2021   07:28
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Di demên dawî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hewldanên derxistina tevliheviyan û derbekirina aramiyê derketin holê, jê bûyera li Minbicê qewimî ku tevahiya civakê li hemberî wê bertek nîşan da.

Hevserokê Meclisa Giştî yê Bajarê Reqayê Lûey El-Îsa axivî û îşaret bi rêzebûyerên ku di demên dawî de li bajarê Qamişlo û Minbicê qewimîn kir û da zanîn ku armanca van hewldanan derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Lûey El-Îsa got: "Ji beriya 3 salan ve aramî û ewlehî li herêmên me hene ku tevahî pêkhate di nava xwe de hembêz dike. Rewşa herêmên me di vî aliyê de ji herêmên dîtir cûda ye. Ji ber aramiya li herêmên me hin aliyên derve hewl didin hevgirtina nîştimanî ya li herêmê me têk bibin."

El-Îsa anî ziman ku hêza ku bi destên gelê wê û herêmên bi  saya şehîdên wê hatine rizgarkirin wê neyên têkbirin û got: "Bi saya hêza rêveberiya heyî ev alozî hate derbaskirin, em yek gel in û destek in."

Endamê Meclisa Giştî yê Bajarê Reqayê Cuma El-Casim jî axivî û got, beriya hilbijartinên serokatiya rejîma Sûriyê, hikumta Sûriyê û hin aliyên derve yên girêdayî dewleta Tirk helwestên şêniyan ji bo derxistina fitneyan bi kar dianîn.

Cuma El-Casim ev derbirî: "Hin ajandeyên derve hewl didin xwestekên gel ên rewa bi kar bînin û bi vê yekê fitneyan di navbera pêkhateyên civakê de derxin, mînaka wê jî bûyerên li bajarên Qamişlo, Dêrazorê û Minbicê rû dane."

Cuma El-Casim têkildarî bûyerên li Minbicê qewimîn diyar kir ku bi buhaneya biryara erka xweparastinê hewl dan fitneyan derxin û ev xal li gotina xwe zêde kir: "Ji me hemûyan tê xwestin ku vê biryarê pêk bînin, da ku parastina herêmên xwe bikin, ji ber ku eger em vê yekê nekin ew ê dijim me herêmê ne têk bibe û gendelî çêbibe."

El-Casim di dawiyê de bang kir û got: "Ji me tê xwestin ku li gorî rêgeza neteweya demokratîk hevgirtî û yek bin û bi van fitneyan neyên xapandin."

Di vê der barê de welatiya bi navê Eyşe El-Ehmed axivî û got:"Armabc hu hewldana derxistina fitneyê li zirarê bigihîne civakê. Lê bi hişyariya gel ji van hewldanên ku dewleta Tirk derdixe û li herêmên Efrîn û Girê Spî sûcên plankirî pêk tîne, xurttir e, ev bûyereke bi êş e ku bi awayekî neynî bandorên wê li pêkhateyên herêmên me hatiye kirin."

Eyşê destnîşan kir ku li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) rêveberiya wan wekî xurttirîn rêveberî ye û ev şîrove kir: "Vê Rêveberiyê xwestekên gelên xwe pêk anî, em xwe dispêrin zanebûna ciwan, gel û şêniyên me yên li bajarê Minbicê, ji ber ku zimanê aştiyê ji derxistina fitneyan xurttir e, mînaka wê jî rewşa niha li herêmên me ye."

Eyşê Ehmed di dawiyê de got: "Me şerê terorê kir, em şahidên sûcên wan ên revandina û qetilkirina ciwanên me ne. Em rê nadin û qebûl nakin bi tu awayan ev sînaryo werin dûbarekirin. Rizgarkirina van herêman bi zendên ciwanên me dest pê kir û dê bi qewitandina terorê bi dawî bibe."

(eh)

ANHA