MSD û Rêveberiya Xweser bi Bişara El-Raî re civiyan

MSD`ê da zanîn ku şandeyek ji meclisê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi patrîk Bişara El-Raî re civiyane.

MSD û Rêveberiya Xweser bi Bişara El-Raî re civiyan
5 hezîran, 2021   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisê li malpera xwe ya fermî ragihand ku şande ji seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed, parêzer Zîna Kelab, sekreterê Weqfa Newroz li Lubnanê Cemal Hesen pêk dihat. Şandeyê serdana partrîkê dêra Marûniyan Bişara El-Raî li navenda li bajarê Jûniyê yê Lubnanê kir.

Li gorî malpera MSD`ê hevdîtin roja pênşemê pêk hat û di hevdîtinê de Îlham Ehmed peyameke danasîna MSD`ê radestî patrîk kir.

Li gorî malperê ku şandeyê behsa projeya siyasî ya nîştimanî, çawaniya rizgarkirina Sûriyê ji zehmetiyên ku tê re derbas dibe, xebatên pêkanîna xwestekên gel di guhertin û avakirina sîstema demokratîk û ne navendî de, yekitiya pêkhateyên civakê kiriye.

Şandeyê ji patrîk Bişara El-Raî re piştrast kir ku MSD bi hemû hêza dixebite da ku bi hemû hêzên Sûriyê yên nîştimanî û demokratîk re bicive, nexşerêyeke diyar a veguhertina demokratîk li gorî biryara 2254`an pêşkêş bike.

Her wiha di hevdîtinê de behsa zehmetiyên Rêveberiya Xweser, mijara koçberên Sûriyê li Lubnanê, dagirkirina dewleta Tirk ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û bajarên din Sûriyê hate kirin.

Her wiha patrîk pirsên xwe têkildarî Rêveberiya Xweser, girêkbûna bûyeran li Sûriyê bi giştî kirin û hêvî kir ku zehmetiyên gelê Sûriyê xilas bibin û aramî û ewlehî ji Sûriyê û gelê wê re xwest.

(bx)

ANHA