Rojnameyên erebî: Zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên li Holê amade ne bibin DAIŞ`î

Rojnameyên erebî îro der barê xetereya zarokên DAIŞ`ê yên li kampa Holê, aloziya Iraqê û rewşa Tunisê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên li Holê amade ne bibin DAIŞ`î
5 hezîran, 2021   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞÛRÊN SEXTE Û ALÊN REŞ, ZAROKÊN ÇETEYÊN DAIŞ`Ê XWE AMADE DIKIN KU BIBIN DAIŞ`Î`

Rojnameya El-Ereb der barê Sûriyê de wiha nivisî: “Zarokên li Kampa Holê dimînin demên xwe bi lîstokên mîna şûr û alên reş mîna çeteyên DAIŞ`ê derbas dikin. Hemû jî nizanin bixwînin û binivîsin. Ji bo gelekan dayikên ku xwedî li perspektîfên DAIŞ`ê derdikevin, jêdera perwerdeya wan a yekane ne. 

Xîlafeta ku DAIŞ`ê ragihandibû ji beriya 2 salan ve tune bû û li dû xwe derdora 27 hezar zarok hiştin ku niha li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, dimînin. Biryar hat dayîn ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê û zarokên wan di şert û mercên dijwar de bê dibistan, bê cihên ku tê de bilîzin an jî xwe bi pêş bixin û bê eleqedariyeke navneteweyî di nava vê kampê de bimînin.

Tenê tîmek ji wê xîlafetê bi navê “Bermahiyên rêxistinên tundraw” û alîgirên wê ma ku di nava kampê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi rê ve dibe, kar dikin.

Rêveberiya li wir anku Rêveberiya Xweser û komên xêrxwaziyê ditirsin ku kamp nifşeke din a çekdaran biafirîne. Rêvebeiryê bang li gelek welatan kir ku hemwelatiyên xwe yên di nava kampê de bi taybet jin û zarokan bibin. Lê pirsgirêk di hikumetan de ye ku zarokan xetere dibînin û pêwîst nabînin ku wan xilas bikin.”

‘NÎŞANEYÊN HEVALBENDIYEKÊ DI NAVBERA EL-SEDR Û BARZANÎ DE’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Hevdîtinên di vê dawiyê de li Hewlêrê di navbera şandeya Şepela El-Sedr bi serokatiya serokê desteya siyasî ya şepelê Nesar El-Ribêî û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û serokê hikumeta Başûrê Kudistanê Nêçîrvan Barzanî de gelek nîşaneyên avakirina hevalbendiyekê çêkirin.

Hevdîtinê rê li pêşiya derfeta avakirina hevalbendiyekê di navbera her du aliyan de vekir ku dê nexşerêya hevalbendiyên siyasî di navbera mezintirîn şepela şîe (El-Sedr) û mezintirîn partiyên kurdî (PDK) de biguhere. Ev tê wateya ku kî dê tev li vê hevalbendiyê bibe ku dê piştî hilbijartinan hikumeta bê were avakirin, ji ber ku dê bibe bloka parlamentoyê ya herî mezin.”

`LI TUNISÊ XWEPÊŞANDANÊN RIZGARKIRINA PARLAMENTOYÊ JI ÎXWANAN`

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li paytexta Tunisê îro xwepêşendaneke mezin bi dirûşma “Rizgarkirina parlamentoyê ji dîktatoriya Îxwanan” li dar dikeve.

Partiya Destûrî ya Azad ku banga vê xwepêşendanê kiriye, hêvî dike ku gelek alîgirên wê û yên şepelên siyasî yên nîştimanî yên pêşverû yên dijberî hegemonyaya tevgera El-Nehda ya Îxwanan a li ser warên siyasî û çapemeniyê, tev lê bibin. Her wiha pişta xwe dide parlamentoyê ya ku Raşid El-Ganûşî ruxmî dijberiya li dijî wî bi rê ve dibe û nakokiyên tund bi saziya serokatiyê re ku helwestên serok Qeys Seîd ew eşkere kirin.”

(şx)