YAT'yê li Şedadê serçeteyekî DAIŞ'ê girt

Yekîneyên Antî Teror ên YPG'ê li gundekî Şedadê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ'ê hate girtin û miqdareke alavên pê re hatin desteserkirin.

YAT'yê li Şedadê serçeteyekî DAIŞ'ê girt
4 hezîran, 2021   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "3'yê Hezîranê Yekîneyên Antî Teror yên hêzên me li gundê Belaliyê yê navçeya Şedadê operasyonek li dijî emîrekî DAIŞ'ê pêk anî. Di operasyonê de emîrê DAIŞ'ê yê bi navê Ebulkerîm Ebdullah hate girtin. Her wiha  çekek, telefonek û hinek belge hatin desteserkirin."

ANHA