Derar: Tirkiyê û hikumeta Şamê hewl didin fitneyê derxînin

Derar diyar kir ku tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de Minbicê di hedefê de ne û got: "Minbic ji gelek aliyan ve di serî de ji aliyê Tirkiyê ve di hedefê de ye. Di rojên dawî de tevgerên metirsîdar ên hikumeta Şamê û şaneyên wê hebin ku bi kiryarên xirabkirinê hewl didin fitneyê derxînin."

Derar: Tirkiyê û hikumeta Şamê hewl didin fitneyê derxînin
4 hezîran, 2021   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Di rojên dawî de têkildarî Erka Xweparastinê hin tevlihevî li bajarê Minbicê derketin. Hin hêzên herêmî û xwecehî di serî de dewleta Tirk û hikumeta Şamê hewl dan ji vê yekê sûdê bigirin û şer derxînin. Lê meclisên sivîl û leşkerî û rûspiyên Minbicê mudaxele kirin. Piştre daxuyaniyek da raya giştî ku tê de biryara rawestandina hemleya pêkanîna Erka Xweparastinêli Minbicê û gundewarên wê da ku divê careke din di ber çavan re were derbaskirin.

Li hemberî van bûyeran jî bertekên gel û eşîrên herêmê derketin. Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3'yê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku bûyerên ku li Minbicê qewimîn hewldaneke ji bo jihevxistina tevna niştimanî û têkbirina ewlehiya bajar e, her wiha ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de ye. Desteyê bang li şêniyan kir ku bi van lîstokan neyên xapandin.

Erka Xweparastinê hewldaneke mirovî, niştimanî û exlaqî ye ku dikeve ser milê her ferdekî da ku sînorê welatê xwe, gel û saziyên xwe li gorî rêgezên mafên parastina rewa biparêzin.

Lê hin aliyên dijberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwazên gel ên rewa bi kar tînin da ku nakokî û tevliheviyan derxînin û di encamê de herêm bê parastin bimîne.

'MINBIC DI HEDEFÊ DE YE'

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ANHA'yê re axivî. Derar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Erka Xweparastinê û got: "Erka xweparastina ji bo parastina herêmê pêwîst e û bandorê li jiyana ciwanan nake. Berovajî herêmên din ên Sûriyê, şervanên Erka Xweparastinê bi rûmet dijîn, divê komîteyek were avakirina da ku ciwanan îqna bikin ji bo ku Erka Xweparastinêbi cih bînin.''

Derar diyar kir ku bajarê Minbicê di hedefê de ye û ji beriya demekê ve bi rageşiyan re rû bi rû maye û wiha domand: "Em dizanin ku ji demekê ve bajarê Minbicê di hedefê de ye û bi rageşiyan re rû bi rû maye. Ev rageşî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajar ên ji sala 2018'an ve dest pê kir. Di wê demê de lihevkirineke amerîkî-tirkî hate îmzekirin, ku li gorî wê ji QSD'ê hate xwestin ku ji Minbicê vekişe û bajar di bin parastina hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bimîne."

Derar da zanîn ku meclisên sivîl û leşkerî berpirsên rêvebirina bajarê Minbicê ne, çi di aliyê parastina herêmê de an jî di aliyê avakirin û jinûve vegerandina jiyanê ne û got: "Minbic niha pir pêşketî ye û aramî lê heye."

Derar diyar kir ku ji ber mercên ku herêm piştî êrişên dewleta Tirk tê re derbas bûne, hêzên Rûsiya û hêzên hikumeta Şamê ji neçarî derbasî sînorê bi çeteyên Tirkiyê re bûn. Derar got: "Hîna li wir in û dewriyeyan li ser xeta sînor pêktînin, tevgerên wan hene û hewl didin navendên xwe yên ewlehiyê di nava Minbicê de ava bikin, lê ev nayê qebûlkirin."

Di berdewama axaftina xwe de Riyad Derar ev tişt diyar kir: "Divê em bizanibin ku Minbic ji gelek aliyan ve di serî de ji aliyê dewleta Tirk ve di hedefê de ye, di rojên dawî de tevgerên metirsîdar ên rejîmû şaneyên wê yên di nava bajar de hene, ku ji bo derxistina fitneyê û kiryarên texrîbî li Minbicê û herêmên din mîna Reqa û Dêrazorê tevdigerin. Ev hemû bi destek û provokasyonên Îranê û hin bermaniyên şaneyên DAIŞ'ê de têne kirin."

Derar îşaret pê kir ku tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hedefê de ne û hewldanên lawazkirina wan têne kirin, hebûna Amerîka di sivkirina zexta li ser van hêzan dibe alîkar û wiha domand: "Amerîka jî ji baragehên xwe ji aliyê milîsên Îranê û rêjîmê ve di hedefê de ne, lê porovokasyon hîna dest pê nekirin, lê metirsî ji bandorên dê ji bo dema pêş hene, dibe ku bandorê li biryara Amerîkayê bikin."

Hevserokê MSD'ê hişyarî da ku fitne çêbibe û wiha:"Her agirek pêdikve ji çirûska wê dest pê dike, her tim hinek hene li bende ne ku agir pêkeve. Biryarên ku di nava Rêveberiya Xweser de ji bo Erka Xweparastinê ya ji bo pirsgirêkên din çi aborî be an jî civakê be divê baş werin lêkolînkirin û encamên baş bide ku şênî bê bertek qebul bikin û hesabê provokasyonên heyî her tim li dijî her biryarekê bikin, ku dibe ku bibe sereke çirûska ku li herêmê pêkeve."

‛ÎTÎLAF PÛŞ DI ÇAVÊN XELKÊ DE DIBÎNE Û TEXT DI ÇAVÊN XWE DE NABÎNE’

Derar got kir ku pêwîst e beriya ku tu biryar werin dayîn lêkolîneke têr û tijî bê kirin an jî tu biryar piştî lêvegerîn û şêwiran neyên dayîn û wiha got: "Biryarên ku hatine dayîn, hişt ku hin ciwan mijara Erka Xweparastinê nîqaş bikin. Ev yek bi komeke biçûk dest pê kir û hate çareserkirin. Lê ji ber destwerdana hêzên hikumeta Şamê û gulebarandina xwepêşandêran şêniyek hate qetilkirin û yek jî birîndar bû. Bi wê re nakokî zêde bûn. Lê meclisa sivîl û leşkerî mijar çareser kir, lê divê hişyareke tund pêk bê."

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir ku kesên yekemîn ji bûyerên li herêmê rû dane, sûd girt dewleta Tirk û çeteyên wê bûn û wiha axivî: "Me dît ku çawa îtîlafê û serokê wê nakokî gur kir, gef, soz û xwestek nîşan dan ku divê alîkarî ji QSD’ê were kişandin, ev jî cureyek ji bikaranîna rewş û helwestê ye. Îtîlafê ji bilî wêrankirina rûdanên li Sûriyê û veguherandina şoreşa Sûriyê ji azadî û rûmetê, tiştek nekir. Ew bi çavên xwe topbaran, qetilkirin, wêrankirin, talankirin, dizîn û tecawîzkirina li Efrînê û herêmên Şehbayê dibînin û bê deng in, lê di çavên xelkê de pûş dibînin û di çavên xwe de text û daran nabînin. Ev jî di encama zivirandin û îxaneta ji şoreşê re ye."

Derar anî ziman ku pêwîste beriya dayîna her biryarekê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve nîqaş çêbibin da ku tu alî bi kar neyne û li hemberî wê nesekine û di encamê de aloziyê derxînin û wiha dewam kir: "Bi nêrîna min di dema girtina her biryarekê de nîqaş, parvekirina nêrînan û şîrovekirina sedemanpir girîng in. Divê rêbazek ji kesên temenê wan kêmekê mezin in û xwedî malbat in ji bo çûyîna Erka Xweparastinê rêbazek were dîtin, ango kesên temenbiçûk û temenmezin di ber çavan re werin girtin û derfetekê bidin kesên temenmezin da ku di vê mijarê de rêbazên bibawer pêk bên. Bi wê re Erka Xweparastinê bi dilê xwe pêk bîne."

‛DIVÊ JI GENDELÎ, KESÊN TEVLIHEVIYAN ÇÊDIKIN Û KESÊN AJANDEYÊN XIRABKIRINÊ PÊK TÎNIN, HIŞYAR BIN’

Riyad Derar wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşê de dijîn û Rêveberiya Xweser nirxên şoreşê pêk tîne û pirrengî û cihêrengiyê li herêmê baş dizane. Ji lew re divê ji gendelî, kesên tevliheviyan çêdikin û kesên ajandeyên hêzên talanker pêk tînin hişyar be. Divê her tim li gorî zihniyeta şêniyên herêmê û zihniyeta eşîrtiyê tev bigire. Divê her tim diyalog bi lêvegerên vê zihniyetê re bên kirin û beriya dayîna her biryarekê divê bawerî û amadekirina biryar hebe heta ku ji hêzên bandorker hişyar be."

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar îşaret bi pêwîstiya şopandina şaneyên veşartî yên girêdayî hikumeta Şamê û şaneyên DAIŞ’ê kir û wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji ber ku her du bandorê li aramiya herêmê dikin, divê em ji şaneyên dewleta Tirk a dagirker ên ku bi aktîf li herêmê digerin û her tim propogandayan dikin, hişyar bin."

Riyad Derar di dawiyê de behsa rola Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Berpirsiyariya wan xurtkirina têkiliyên di navbera eşîreyan de û şopandina siyasetên ku Rêveberiya Xweser û MSD’ê pêk tîne."

ANHA