ꞌWere Însanꞌ cihêrengiya mirovî nîşan dide

Klîba ‘Were Însan’ ku beriya demeke kurt derketiye, peyama mirovahiyê dide û banga aştiyê dike.

ꞌWere Însanꞌ cihêrengiya mirovî nîşan dide
4 hezîran, 2021   06:58
QAMIŞLO - HÊLÎN EBDULLAH

Koma Amûdê ku ji 9 kesan pêk tê, strana ‘Were Însan’ derxist. Vîdeoya stranê ji gelek herêmên cuda yên welatên cîhanê, sembolên olî yên cuda, gelên ji olên cuda, nîjadan û alên dewletên cuda pêk tê.

Vîdeoklîb xwedî name ye ku mirov dûrî tundî û taîfiyê ye. Di heman demê de banga vegera li pakbûnê dike ku beriya destên mirovan bi xwînê qirêjî bibe, tundiyê û sûcan bike.

Vîdeoya stranê bi dîmenên zarokên di kampên koçberan de dest pê dike. Her wiha kesên ji nîjad, netewe û olên cuda ku li kêleka hev in, xuya dike.

Koordînator û muzîkjenê strana ‘Were Însan’ Mûrad Saz ji ajansa ANHA`yê re axivî û got: "Ji beriya 6 mehan ve me amadekariyên stranê kir û tîma xebatê ji bo belavkirina wê karekî baş kir."

Mûrad Saz diyar kir ku koma stran pêşkêş kiriye, ji 9 kesan pêk tê û fikra vîdeokilîbê ji belgefîlmekê derketiye. Li gorî Murad Saz di vir de xala girîng ew bû ku nameya stranê bigihêje derdorê ku însan an ku mirov dûrî tundiyê ne.

Li aliyekî din nivîskarê gotinên stranê Hesen El-Hesen ku ji navçeya Amûdê ye, got: "Em hewl didin stranê belav bikin da ku peyama me ji bo mirovahiyê tevda belav bibe ne ku ji bo erdnîgariyeke diyar an jî gelekî diyar."

El-Hesen got: "Peyvên stranê ji 2007`an ve hatine nivîsandin, lê min li tu deverê belav nekirine. Li benda dem û cihekî guncaw bûm da ku nameya xwe bigihînim derdorê û ji ber pirbûna şer, qirkirin û tundiya di dema me de her wiha da ku rastiya pakbûna mirov beriya ku destên wî bi xwînê qirêjî bibe, sûc û qirkirinan bike, derxim.”

El-Hesen ev bang kir: "Ey zarok… ey firîşte ka paqijiya dilê we? Ev banga ji mirovahiyê hemûyê re ye ku li pakbûna zarokatiyê vegerin."

Stran ji 2 beşan pêk tê û dema tomarkirina vîdeokilîbê bi dawî bibe dê berdewama wê were weşandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dXks1bpHH-A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>