Dayikên gerîla: Êdî ji şewitandina xaka Kurdistanê re bes e

Dayikên gerîlayan û şehîdên Hêzên Parastina Gel got ji dagirkirina xaka Kurdistanê re êdî bes e, dema yekitiyê hatiye û bang li gelê Kurd kir ku destekê bidin hêzên gerîla.

Dayikên gerîla: Êdî ji şewitandina xaka Kurdistanê re bes e
4 hezîran, 2021   07:27
KOBANÊ

Bi armanca têkbirina vîna gelê herêmê û bi taybet gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirinê pêk tîne û ji 23`yê Nîsanê ve hewl dide Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, lê gerîla bersiva van êrişan da û zirar gihand artêşa Tirk a dagirker. Roj bi roj helwestên piştgiriya ji hêzên gerîla re û redkirina êrişan zêdetir dibe.

/ar/uploads/files/2021/06/04/060203_fatmh-ahmd.webp

Dayika Fatima Ehmed Xelîl ku dayika gerîla Solîn Kobanê ye, axivî û got: "Em bi dil û can bi zarokên xwe yên gerîla re ne, heta ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê belê li tevahiya parçeyên ku Kurd lê dijîn û li her devera ku gerîla lê parastina hebûna Kurdan dikin da ku bendên ji aliyên dewletên faşîst ve hatine ferzkirin, bişikînin."

Fatima bang li tevahiya cîhanê kir ku piştgiriyê bidin hêzên gerîla, her wiha bang li hêzên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê jî kir ku li hemberî êrişên li dijî xaka Kurdan helwesteke zelal nîşan bidin.

Fatima Berkel ku dayika şehîd Mezlûm e jî axivî û wiha got: "Tevahiya gerîla zarokên me ne ne tenê kurê min ê şehîd. Dewleta dagirker hewl dide kezeba me bişewitîne, ji ber ku armanca êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere ye ku ew jî tunekirina Kurdan e, ji ber ku baş dizane ku tenê Kurd xwediyên erd in û rastiya wê nas dikin."

Fatima Berkel ev li gotina xwe zêde kir: "Ji şewitandina xaka Kurdistanê re êdî bes e, ji parçebûnê re êdî bes e, dema yekitiyê û şikandina bendan û dûrketina ji xiyanetê hatiye, divê hikumeta Başûr li xwe vegere, ma gelo ne Kurd in? Ma gelo erdê tê şewitandin ne erdê Kurdan e? Heta kengî em ê di tarîtiyê de bin û li benda hêviyên ji dijminan bin."

/ar/uploads/files/2021/06/04/060209_fatmh-brkl.webp

Dayika Sedîqe Daban ku dayika şehîd Şiyar e, destnîşan kir ku şerê dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê li dijî Kurdan e, her wiha komployeke navneteweyî  ye û got: "Dem hatiye ku Kurd çavên xwe vekin û ji komployên ku li dijî wan têne plankirin bibînin, ger yekitiya xwe ava nekin em ê herêmên din jî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dest bidin."

/ar/uploads/files/2021/06/04/060139_sdyqh-daban.webp

Sedîqe Daban wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ji gerîla re dibêjin em heta dawiyê bi we re ne, wekî ku hûn bi me re sekinîn û we parastina hebûna me kir, hûn zarokên me ne û em bi we bawer in ku hûn ê bi ser bikevin, her wiha divê gelê Kurd dakeve qadan û piştgiriyê bide wan da ku gerîla bizanin ku ew ne bi tenê ne."

(eh)

ANHA