Fermandareke QSD'ê geşdanên li eniyên Eyn Îsayê nirxandin

Ji fermandarên QSD'ê Milîtan Çiya rewşa dawî û tevgerên çete û artêşa Tirk a dagirker li eniyên Girê Spî û Eyn Îsayê nirxandin û got, sewqiyatên dagirkeriyê yên ber bi baragehan ve didomin û ji beriya çend hefteyan ve bêdengî li herêmê serwer e.

Fermandareke QSD'ê geşdanên li eniyên Eyn Îsayê nirxandin
4 hezîran, 2021   06:14
EYN ÎSA – DÎCLE EHMED

Ji beriya zêdetir mehekê ve bêdengî li navçaye Eyn Îsa ya kantona Girê Spî serwer e, di heman demê de dewleta Tirk avakirina baregehên leşkerî û sînorên çêkirî didomîne da ku bakurê rêya M4 ji başûrê wê bi temamî qut bike, vê yekê bi kolandina xendeqan û bilindkirina satiran li dirêjeya eniyên şer pêk tîne.

Artêşa Tirk ji Mijdara sala borî ve, 5 baregehên leşkerî li derdora navçeya Eyn Îsayê ava kirin, ev baregeh li beramberî gundên Xalidiyê, Mielek, Hoşan, Mişêrfê, Seyda yên li ser rêya M4 in.

Ji fermandarên QSD'ê Milîtan Çiya tevgerên çeteyan li baregehan, sûcên li Girê Spî û eniyên şer ên li dijî sivîlan û berxwedana gel ji ANHA'yê re nirxandin.

Milîtan Çiya got: "Dewleta Tirk piştî ku navenda bajarê Girê Spî dagir kir, ji wir dest pê kir da ku herêmên din ên kantonê kontrol bike û dirêjehiya 35 km gihişt xaka Sûriyê û qada dagirkeriya xwe berfireh kir. Her wiha êrişên berfireh li dijî rêya M4 û navenda navçeya Eyn Îsa û gundewarê pêk tîne, raste rast gundên tije sivîl dike armanc û komkujiyan li dijî wan pêk tîne."

Milîtan Çiya bal kişand ser berxwedana QSD'ê ya li hemberî van êrişan û ev nirxandin kir: "Hêzên Sûriya Demokratîk roleke lehengî li hemberî êrişên dijwar ên dagirkeriyê yên li ser rêya M4 û navçeya Eyn Îsa û gndewarên wê û gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî list û serkeftinên mezin bi dest xistin û derbên giran li çeteyan xistin."

Fermandara QSD'ê Milîtan Çiya di berdewama axaftina xwe de îşaret bi peymana Soçî kir ku 22`yê Cotmeha 2019`an di navbera Enqere û Moskove de hate îmzekirin. Li gorî bendên peymanê; dewriyeyên hevbeş ên hêzên Rûsya û Tirkiyê li xaka Sûriyê werin meşandin, QSD'ê bi dirêjeya 32 km ji herêmên sînorî werin vekişandin û agirbest were ragihandin. Milîtan Çiya got: "Dewleta Tirk a dagirker agirbesta ku li ser îmze kiriye pêk nayîne û bin pê dike, êrişên xwe zêde kirine ku bandorê li sivîlan dike."

Mîtîlan Çiya got: "Rihê berxwedan û lehengiyê yên li gel hêzên me, îsrara şêniyan a ji bo berxwedan û parastinê xurt kir, her wiha moralê wan ê ji bo piştgiriya me û serînetewandina ji dagirkeran re bilind kir."

TEVGERÊN DAGIRKERAN LI ENIYÊN ŞER

Ji nêzî du mehan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsa û rêya M4 ên bi çekên giran sekinandine, lê beriya vê bi 5 mehan rojane bi çekên giran, balafirên keşfê û çekên qedexekirî li van deveran didan.

Girêdayê vê yekê fermandara QSD'ê Milîtan Çiya wiha got: "Piştî êrişan dijwar ên bi mehan li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê, ji beriya mehekê ve bêdengî heye, car caran bi çekên sivik êriş dike, bi taybet li djiî gundên tije sivîl. Di heman demê de tevgerên wan li hundirê bajarê Girê Spî û derveyî bajar û xetên şer ên bi hêzên me re zêde bûn."

Mîtîlan Çiya diyar kir ku çeteyên li navenda bajar baregehên leşkerî ava dikin, satirên avê bilind dikin û di nava taxên ku baregeh lê ava kirine xendeqan dikolin û wiha domand: "Dibe ku êriş û topbarana çeteyan a li eniyan rawestiyane, lê liv û tevgera wan di nava bajar û xetên şer ên bi hêzên me re hene, li dirêjahiya sînorê eniyên Eyn Îsa ber bi eniyên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî ve baregehên mezin ava kirine."

BAREGEHÊN NÛ Û TEXMÎNÊN PÊKANÎNA ÊRIŞÊN HERÎ DIJWAR

Milîtan Çiya diyar kir ku piştî bidawîkirina avakirina baregehên mezin û sereke yên li beramberî gundên Xalidiyê, Mielek, Hoşan, Mişêrfê û Seyda yên li ser rêya M4 dest bi avakirina baregehan li beramberî gundên Kor Hesen, depoyên genim ên Qizelî û Xaniya yên gundewarê rojavayê Girê Spî kir.

Milîtan Çiya axaftina xwe wiha domand: "Dema em amadekariyên di van baregehan de dibînin em dizanin ku amadekariyên êrişên herî dijwar hene, bi avakirina sînorên çêkirî , kantona Girê Spî ji herêmên me qut dike. Sewqiyatên leşkerî bi domdarî dighêjin van baregehan, ev sewqiyat ji çekên giran û yên di qada navneteweyî de qedexekirî ne pêk tên. Dîsa jî burcên bi kamreyên çavdêriyê û radarên li dijî dronan danîne û di nava du mehên dawî de satirên axê çêdikin."

BERTEKÊN GEL

Fermandara QSD'ê Milîtan Çiya her wiha îşaret bi sûcên dagirkeran ên li bajarê Girê Spî kir û wiha axivî: "Di hundirê bajaêr Girê Spî de, revandin û tecawizkirina jinan çêdibin, mêr jî têne girtin û kuştin, milkên wan têne dizîn û bi darê têne koçberkirin. Ji wê zêdetir komên çete li ser parvekirina pereyan û karên texrîbî şer dikin û çekên giran bi kar tînin, her wiha karên texrîbî dikin û fitneyê di nav gel de çêdikin,  zextên dirûnî û tirsê di nava şêniyan de diçînin."

Milîtan Çiya wiha domand: "Çete û artêşa Tirk a dagirker li gel şerê çekdarî, şerê taybet û dirûnî li dijî şêniyên herêmê dimeşînin, lê ruxmî hemû zextan şênî xwedî îradeyeke xurt in, bi rihê berxwedan û têkoşînê tevdigerin, bi xwepêşandan û çalakiyan bertekên xurt li hemberî çeteyan nîşan didin, serî ji daxwaz û sûcên wan re danaxin."

Milîtan Çiya diyar kir ku şêniyên kantona Girê Spî li dijî parçkirin û avakirina baregeh û sînorên çêkirî ku Tirkiyê li ser xaka wan lê dike daketin qadan, her wiha êrişên li ser gundên ku niştecihên wê ji tirsa sûcan koçber bûne red kirin.

Milîtan Çiya destnîşan kir ku ev herêm a xwendiyên wê yên rasteqîn e û mafê wan e ku li ser xaka xwe bi rûmet û aştî bijîn û got: "Em ê hêviyên gelê xwe yên vegera li warê xwe bi cih bînin, helweta gelê me ya li dijî dagirkeriyê û serînetewandina ji siyasetên wê re hêz û moraleke xurt dide me ku em ber bi serkeftinê ve diçin, sekna gelê me ya li kêleka  me û berxwedana wan li eniyan vîna dagirkeran dişkîne û armanc û êrişên wan vala derdixînin."

Fermandara QSD'ê ya li eniyên şer Milîtan Çiya axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hêzên me hemû êrişên çeteyan ên li ser eniyên Eyn Îsa û gundên rojavayê bajarê Girê Spî şikandin, rê nedan ku çete gavekê bi pêş de werin, derberên giran li wan dan. Em QSD'ê di pêkanîna serkeftinê û qewitandina dagirkeran de bi israr in."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XGxDLUyFYnE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>