​​​​​​​Lêkolînerên Ereb: Îtîrafên Peker bidawîbûna têkiliyên Ergenekon û Erdogan nîşan didin

Lêkolînerên Ereb mikurhatinên serokê mafyayê yê Tirk Sedat Peker nirxandin û got "Ev  mikurhatin tê wateya bidawîbûna têkiliyên di navbera rêxistina "dewleta kûr" a bi rêxistina Ergenekon tê naskirin û Erdogan de."

​​​​​​​Lêkolînerên Ereb: Îtîrafên Peker bidawîbûna têkiliyên Ergenekon û Erdogan nîşan didin
4 hezîran, 2021   04:04
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Ev çend hefte ne rojeva Tirkiyê û cîhanê bi îtîrafên serokê rêxistina mafyayê ya girêdayî dewleta Tirk Sedat Peker mijûl e. Heya niha Sedat Peker 8 vîdeo li ser Youtubeyê belav kirine û gelek sûcên dewleta Tirk û dewleta kûr, eşkere kirin.

Têkildarî mikurhatina Sedat Peker û sûcên şîrketa SADAT, lêkolînerên Ereb ji ANHA`yê re axivîn.  

Lêkolînerê misirî yê têkildarî kar û barên tevgerên îslama siyasî Amr Farûq diyar kir ku Sedat Peker girêdayî baskê çekdarî yê rêxistina Ergenekonê ye ku wekî dewleta kûr tê naskirin û ji bo parastina mîrateya Kemal Ataturk erkdar e.

Amr Farûq destnîşan kir ku Erdogan bi rêya Sedat Peker gelek çalakiyên biguman û yên qirêjî bi awayekî veşartî pêk anîn, nemaze di hewldana tesfiyekirina muxalîfan de bêyî ku xwe derxe pêş û xuyanga wî ya siyasî li pêşiya raya giştî ya herêmî û navneteweyî eşkere. Farûq wiha domand: "Têkiliyên xurt nayên veşartin, ji ber  ku Peker ji zilamên Erdogan ên li ser desthilatê serwer in û li gel nûnerên hikumeta Tirk, AKP'ê, endamên leşkerî û efserên istîxbaratê ne. Her wiha li gel karsazên ku piştgiriyê didin projeya Erdogan a bi navê Tirkiyeya mezin an ku dewleta Osmanî ya nû ye.”

`SADAT BERPIRSA VEGUHASTINA ÇEK Û ÇETEYAN BO LÎBYAYÊ BÛ`

Farûq der barê şîrketa SADAT de jî ev agahî parve kirin: “Berpirsa veguhastina çek û çeteyan bû û mêjiyê sûcên dewleta Tirk li Lîbyayê bû. Ew şîrket di pêkanîna planên wêrankirinê yên li dijî saziyên dewleta Lîbyayê de di bin perdeya şêwir û xizmetguzariyên ewlehî û leşkerî de hat bikaranîn. Şîrketê hejmareke mezin ji endamên xwe yên perwerde kirin, veguhastin Terablusê da ku milîsên çekdar perwerde bikin. Her wiha nivîsgeheke xwe li hundirê navneda Fakulteya Asîmanî ya li Mesratayê vekir da ku kar û barên çeteyên ku ji Sûriyê tên, bi rê ve bibe û çavdêriyê li kar û barên wan ên darayî û tenduristî bike. Ew şîrket hêzeke leşkerî ji bo parastina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan amade dikin û çavdêriyê li êrişên nepen ên AKP’ê ji sala 2012’yan ve dike.”

Farûq piştrast kir ku dîmenên dawîn ên Sedat Peker wek pêngaveke bihêz di hilweşandina Erdogan û partiya wî de ye û got: “Peker rastiya Erdogan li pêşiya raya giştî ya navneteweyî û herêmî eşkere kir. Di heman demê de, rastiya aloziya aborî û civakî ku li Tirkiyê bi destê koma desthilat a bi nûnertiya Erdogan û partiya wî pêk tê, eşkere kir."

'SEDAT PEKER WEK ALAVEKÊ JI BO EŞKEREKIRINA SÛCAN HATE BIKARANÎN'

Li ser sedemên derketina Sedat Peker û eşkerekirina sûcên Erdogan û partiya wî, Farûq destnîşan kir ku ev dibe sedema sereke ya nakokiya têkiliyan û bidawîbûna têkiliyên di navbera rêxistina "dewleta kûr" a bi rêxistina Ergenekon tê naskirin û Erdogan de û wiha dewam kir: “Di salên borî de gelek agirbest û lihevkirinên di navbera her du aliyan de hebûn da ku hebûna Erdogan li ser desthilatê û xistina desthilatê di destê xwe de geş bike. Lê belê diyar e ku hin destkeftiyên taybet bi kesayetên dewleta kûr bê hêvî kirin, piştre Sedat Peker wek alavekê ji bo eşkerekirina sûcên ku di pişt perde û korîdorên oportunîzma siyasî de pêk hatine, hat erkdarkirin.”

Lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terorîst ên navneteweyî Munîr Edîb jî anî ziman ku teqez dê xîtab û axaftina Peker bandorê li pergala Erdogan bike ku êdî ji raya giştî ya Tirkiyê û cîhana erebî re eşkere dibe.

‘DÊ BI CAREKE DE HILWEŞE’

Edîb desnîşan kir ku zemîna alîgiriya Erdogan bi awayekî mezin lawaz dibe û wiha nirxanda xwe dewam kir: “Ev zemîn bi eşkerekirina sûcên din re ku hîna pêk tînin, dê bi carekê de hilweşe. Bê guman em baş dizanin ku Erdogan çete şandin Lîbyayê û Sûriyê. Ev yek nayê veşartin û berê jî li xwe mikur hatiye. Peker bi eşkerekirina xwe tenê agahiyên ku hemû dizanin, dubare dike. Civaka navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hevalbendên stratejîk ên Erdogan in ku desteka DAIŞ`ê dike, petrolê jê dikire, nexweşxaneyên xwe ji bo dermankirina birîndarên DAIŞ`ê vedike. Şandin û hîna çeteyan dişîne herêmên nakok. Civaka navneteweyî erka xwe bi giştî li hemberî doza rêxistinên terorîst an jî dewletên ku desteka terorê dikin, pêk neaniye.” 

'ARMANCA SADATÊ PIŞTGIRIYA KOMÊN TERORÎST Û DERXISTINA TEVLIHEVIYAN E'

Edîb diyar kir ku şîrketa SADAT navbenynkara mafya û dewleta Tirk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi ferman û desteka pergala Tirkiyê bi mafyayê re kar dikin. Eşkerekirina pergala Tirkiyê bi rêya mafyayê yan jî navbeynkaran û şîrketên ku hîna çeteyan dişinin, çi şîrketên girêdayî rejîma Erdogan bin an jî navbeynkar bin û bi Erdogan re didin û distînin da ku çeteyên biyanî bişînin herêmên nakok, bi taybet Lîbyayê. Lewra armanc piştgiriya komên terorîst e û derxistina tevliheviyan li wan herêman e. Ew hemû ji bo pere kar dikin. Ji ber wê em dikarin mafyayê wiha bidin nasandin; ew çete û mafya ne. Ji ber ku li beramberî pereyan ji bo Tirkan şer dikin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi çete bi nav bikin ji ber ku ruxmî ku têkiliyên wî bi Lîbyayê re tune ne lê li Lîbyayê şer dike. Ew dixwaze îdeolojiya xwe ya taybet li Lîbyayê û li hemû cîhana erebî ferz bike. Ew hemû ji çeteyan, şerçeteyên ku wan dibin û tînin û heta serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan çete ne.”

ANHA