​​​​​​​Dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî qutkirina ava Firatê didomîne

Dewleta Tirk bi qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê û Iraqê qanûnên navneteweyî binpê dike û bêdengiya navneteweyî ji bo dewamkirina sûcên xwe bi kar tîne.

​​​​​​​Dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî qutkirina ava Firatê didomîne
4 hezîran, 2021   00:39
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta dagirker a Tirk ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî ji 27’ê Çileyê ve rêjeke zêde ya ava çemê Firatê bi bendavên xwe digire. Bi vê yekê bi milyonan sûrî û iraqî bê av dihêle û jiyana wan dixe xetereyê. Li gorî gelek analîzvanan li gel bêdengiya civaka navneteweyî, dewleta Tirk avê wek çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto der barê mijarê de wiha got: "Dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemê Firatê re dixwaze derbeyê li projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe. Ji ber vê yekê çemê Firatê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne û bi dagirkirina gelek herêmên li Bakurê Sûriyê re nîşan dide ku ew Rêveberiya Xweser tehemul nake."

Îto wiha domand: "Tevî ku Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê pêk tîne, lê civaka navneteweyî li hemberî wê bê deng e û civak dibe qurbaniya berjewendiyên siyasî."

Îto destnîşan kir ku divê ji planên dewleta Tirk a dagirker hişyar bin û bi hemû rêbazan li ber xwe bidin ji ber ku dewleta Tirk têkbirina vîna gel armanc dike û wiha berdewam kir: “Baweriya me bi vîn û hêza gel a berxwedanê û pêkanîna serkeftinê heye, ji ber ku banga mafê xwe di azadiyê û para xwe ji ava çemê Firatê de dike.”

Dewleta Tirk a dagirker tenê 200 metrekab di her saniyekê de ava çemê Firatê ber dide. Ev yek li gorî lihevkirina 1987`an a di navbera Sûriye û Tirkiyê de sûc e. Di peymanê de Tirkiyê soz dabû ku herî kêm 500 metrekab di her saniyekê de para Sûriye û Iraqê ya ji ava çemê Firatê berde.

Li gel ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirina lihevkirinên navneteweyî û mafên mirovan didomîne, civaka navneteweyî li hemberî hemû sûcên wê bê deng e. Li gorî çavdêrên rewşa Tirkiyê ev tê wateya ku rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî pêkanîna van sûcan erê dike.

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Ismet Îbrahîm jî got: “Kêmkirina ava çemê Firatê, kiryareke neqanûnî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Di sala 1949`an de Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî biryar da ku nabe tu dewlet zirarê bigihînin dewleteke cîran.”

Îbrahîm piştrast kir ku li gorî Peyamana Bikaranîna Rêgehên Avê ya ne ji bo Veguhastinê ku Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 1997`an erê kiriye, madeya 21’an a benda sêyemîn a peymanê qedexe dike ku zirar bi dewleteke din bibe ji ber ku dewletekê av kêm kiriye yan jî rêya wê guherandiye.

Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk li rex binpêkirina lihevkirina di navbera wê û Iraqê û Sûriye de ya sala 1987`an hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

`LI ŞÛNA HESABXWESTINÊ BÊDENGÎ SERWER E`

Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk jiyana bi milyonan iraqî û sûriyan dixe xetereyê û ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Parêzer Îbrahîm banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir.

Der barê bêdengiya hikumetên Iraq û Sûriye li hemberî vê yekê de, parêzer Ismet Îbrahîm got: “Divê her du hikumet ji ber ku di lihevkirina 1987`an de alî ne, li cem Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê û Dadgeha Bilind a Navneteweyî, li Tirkiye gilî bikin da ku hesabê jê bixwazin.”

Îbrahîm bang li rêxistinên navneteweyî kir ku divê erkên xwe li hemberî gelên Sûriye û Iraqê bînin cih û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8Hi5LKzY5ls" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>