​​​​​​​Jinên Ereb: Dewleta Tirk bi armanca pêkanîna Mîsaqî Millî êriş dike

Jinên Ereb ên Tebqa û Dêrazorê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e ku ji nû ve serdema Împaratoriya Osmaniyan li herêmê vejîne û Mîsaqî Millî li Rojhilata Navîn pêk bîne.

​​​​​​​Jinên Ereb: Dewleta Tirk bi armanca pêkanîna Mîsaqî Millî êriş dike
4 hezîran, 2021   01:52
REQA

 

Dewleta Tirk a dagirker ji meha Nîsana borî ve bi dijwarî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û armanca wê ji vê yekê ew e ku îradeya berxwedêr û têkoşerên li wan herêman bişikîne.

Der barê mijarê de jinên Ereb ên herêmên Tebqa û Dêrazorê axivîn. Berdevka Desteya Jinan a Tebqayê Wela El-Nacî wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku serdema Osman vejîne. Ev jî her kesê ku fikira neteweya demokratîk li gel wî heye û baweriya wî pê heye, red dike. Ji ber ku ev fikir dijberî dagirkerî û desthilatdariyê ye û dewleta Tirk ji serkeftinan ditirse û ji ber wê jî êrişî wan herêman dike.”

'ÎRADEYA JINÊN AZAD HEMÛ CUREYÊN DESTHILATDARIYÊ RED DIKE'

Wela El-Nacî wiha domand: "Piştî ku me da ser rêya neteweya demokratîk û Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em îro wek jinên hemû herêman bi pêkhateyên cuda hemû cureyên dagirkerî û binpêkirinên ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin ku di serî de jinan dikin hedef, red dikin."

Wela El-Nacî destnîşan kir ku dê di vê pêvajoyê de hev bigirin, projeyên dagirkeriyê hilweşînin û ji ber wê jî divê xebatên xwe zêde bikin da ku planên dagirkeriyê têk bibin.

Her wiha berdevka Desteya Jinan a Dêrazorê Şehrazad El-Casim ev tişt anî ziman: "Me serdana herêmên Başûrê Kurdistanê kir, wargeha Mexmûr û Heftanînê jî kir. Me tu teror wekî ku Erdogan dibêje, nedît."

Şehrazad El-Casim got: "Di gera me de me kiryar û komploya navneteweyî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Erdogan dîtin. Ew dixwaze ji nû ve Împaratoriya Osmanî vejîne û sîstema xwe ya desthilatdar çalak bike.”

‘EM Ê DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANÊ’

Şehrazad El-Casim wiha domand: "Bi rabûna jinan re dê fikirên mezin û azad çêbin. Ji ber wê jî divê em xwe radestî wan siyasetan nekin. Em bi her berxwedanekê re ne. Hemû siyasetên ku dewleta Tirk li dijî jinan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, dê têk biçin. Hêzên desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe dixebitin. Ji ber ku ew hêz dixwazin aloziyên xwe veguhêzin van herêman."

‘ÊRIŞ BI ERÊKIRINA NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN‘

Şehrazad El-Casim bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Êrişên dawîn ên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erêkirina navneteweyî pêk hatin. Civaka navneteweyî çiraya kesk da dewleta Tirk da ku êrişî wan herêman bike û demografiya herêmên dagirî biguherîne. Ev siyaseta dewleta Tirk ku dixwaze bi hemû şêwazan aramî û ewlehiya herêmê bi rêya destekdayîna komên çete ku bi navê îslamê şer dikin, xira bike. Îslam ji wan kesan dûr e û ew nûnertiya îslamê nakin. Ji ber ku ol dibêje na ji kuştin û sûcdariyê re û komên Erdogan ola îslamê xira dikin.”

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0e6wR4GuPaU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>