Şahiyek ji tîma ''Biskilêtekî Dixwazim'' re hate lidarxitin

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Biskilêtan a Cîhanê şahiyek ji Tîma "Biskilêtekî Dixwazim" re li dar xist.

Şahiyek ji tîma ''Biskilêtekî Dixwazim'' re hate lidarxitin
Şahiyek ji tîma ''Biskilêtekî Dixwazim'' re hate lidarxitin
Şahiyek ji tîma ''Biskilêtekî Dixwazim'' re hate lidarxitin
3 hezîran, 2021   18:12
QAMIŞLO

Tîma "Biskilêtekî Dixwazim" a ajotina biskilêtan,  ji 25 jinên ciwan pêk tê. Tîm ji aliyê rojnamevan Mîdya Xanim ve tê birêveberin. Armanca wê paqijhiştina jîngehê, hêsankirina çûnhatinê û teşwîqkirina bikaranîna biskilêtan e.

Bi boneya Roja Biskilêtan a Cîhanê, Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê şahiyek ji endamên tîma "Biskilêtekî Dixwazim" re li yarîgeha Kilasîko ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di şahiyê de serokê Nivîsgeha Rêxistinê û Şopandinê ya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê Nezîr Hisên ev roj li komê pîroz kir û got:"Yekitiyê bi vê boneyê nîqaşa lidarxistina maratona biskilêtan dikir, lê ji ber xwendin û ezmûnan ev yek bi cih nehat."

Rojnamevan Mîdya Xanim spasiya Yekitiya Werzîşê kir ku ev şahî li dar xistiye û got:"Ev cara yekemîn ku em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rojê pîroz dikin."

Di dawiya şahiyê de beşdaran govend gerand.

(eh)

ANHA